Mertalên Zindî Şehîdên Qetlîama Şengalê bibîr anîn

Mertalên Zindî di roja xwe ya 56’an de li Qendîlê Şehîdên Qetlîama Şengalê bibîranîn û li hemberî her cûreyên dagirkerî û îxanetê e soza têkoşînê dan.

Çalakiya Mertalên Zindî yên ku di pêşengiya ‘Jinanî Gencên Tekoşer’ û ‘Komaleyê Gencanî Welatparezî Kurdistan’ li hemberî dagirkirina Başûrê Kurdistanê li Qendîlê hat destpêkirin di roja xwe ya 56’an de didome. Çalakvanên Mertalên Zindî li ser Şehîdên Qetlîama Şengalê bibîr anîn û daxuyaniyeke nivîsî dan. Di daxûyaniyê de bal kişandin ser rêxistinbûna gelên Êzidî û gotin: ‘Wek Ciwanên Kurdistanê em ê tu carî îxanetê jibîr nekin û destûr nedin dagirkeriyê’.

’12 GERÎLAYÊN AZADIYÊ BÛN MERTAL, PÊŞIYA QIRKIRINA GELÊ ÊZIDÎ GIRTIN’

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Fermana 73’an ya ku di 3’ê Tebaxê 2014’an de li ser gelê me yê Şengalê pêk hat em şermezar dikin û soza tolhildana gelê xwe yê Şengalê didin. Bi taybet Jinên Şengalê wek ku her kes dizanê ji gelên herî kevnar yên ku cihê xwe di nava Rojhilata Navîn de digire û xwedî dîrokekî berxwedanê ne. Her dem xwestine ol û baweriya xwe biparêzin. Ji ber wê jî berdewamî ji hêzen tarî re bûne qûrbanî. Lê di fermana 73’an de careke din destana Derwêş xwe dubare kir, di şexsê 12 gerîlayên azadiyê de xwe kirin mertal û pêşiya qirkirina gelê Şengalê girtin û bi fikir û felsefeya Serok Apo xwe xemilandin. Xwê rêxistin kirin û sazî û meclîsên xwe avakirin. Hêza parastina Êzîdxan firehtir kirin. Wekî her car di dîroka gelê me de li rex destanên lêhengiyê xeta îxaneta ya ku bi pêşengtiya PDK hat kirin eş û fermana gelê Êzîdî kûrtir kirin.

‘LI DIJÎ XETA ÎXANETÊ EM Ê TIM SERÎ HILDIN’

Carek din em dibêjin wek Mertalên Zindî em ê li hemberî dagirkerî û îxanetkarên Kurdistanê her li pêş bin û serî hildin. Çawa Şengal hat rizgarkirin û ji çeteyan re bû xewn, bi heman ruhê wê Efrîn jî ji dagirkeran re bibe goristan.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Bimre Îxane’ bi dawî bû.