Melezgirt: Faşîzma AKP-MHP'ê tenê bi têkoşînê tine bibe!

Yek ji fermandarên HPG'ê Amed Melezgîrt diyar kir, dewleta Tirk ku nikare berxwedana gerîla bişkîne çekên kimyewî davêje. Melezgirt got, "Divê her kes li dijî faşîzma AKP-MHP'ê şer bike, ji ber ku faşîzm tenê bi têkoşînê tine bibe."

Me li ser tevgerên dagirkeriya artêşa Tirk ên li herêmên Parastina Medyayê, bi taybetî jî tevgerên li herêmên Avaşîn, Zapê li gel vê jî berxwedana gerîlayan a li hemberî van tevgeran bi Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Amed Melezgirt re  gotebêjek kir.

Me li ser êrîşên artêşa Tirk ên li van herêman nexasim jî êrîşên artêşa Tirk ên li herêma Avaşînê, Ciloyê Piçûk û Qela Bedewê ji Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Amed Melezgirt pirsî.

'HÊZA ARTÊŞÊ Û DEWLETA Tirk TÊRÊ NEDIKIR KU LI HEMBERÎ GERÎLA BISEKINE'

Ji 23’ê Nîsanê û vir ve gelek wext derbas bû. di vê pêvajoya dirêj de li herêmê çi qewimî û niha çi diqewime?

“Di sala 2015’an de artêşa Tirk hesab kiribû ku tevgera dagirkeriyê ya ku niha li herêmê pêk tînin wê demê bikin. Lewma li giştî saheya Zagrosê li Cîlo, Çarçela, Zap, Avaşînê  û Xakûrkê hem ji hewayî hem jî ji bejahî gelek hewlên operasyonê dan û gelek şerên mezin di wan deman de rû dan. Yanî ev konsepta çok danînê ya artêşa Tirk ji wê demê tê. Lê belê di wan deman de hêza artêş û dewleta Tirk têrê nedikir ku li hemberî gerîla bisekinin ango bikaribin li hemberî gerîla şer bikin. Di sala 2015’an de li Çarçela, di sala 2016’an de li devera Ertûşa bi ser herêma Zapê, her wiha di payîza sala 2017’an de li Xeregola Zapê û herî dawî jî 2017-2018’an de li Xakûrkê artêşa Tirk gelek caran xwest dagirkeriya xwe ya li ser xaka başûrê Kurdistanê berfireh bike  lê belê wekî me gotî ne teknîka artêşa Tirk a wê demê, ne jî hêz û çeteyên wê yên paramilîter dikarî li hemberî gerîla şer bike. Piştî sala 2018’an artêşa Tirk teknîkên şer ên nû ji NATO'yê wergirt û bi tecrûbeyên ku ji sala 2015’an vir ve ji tevgerên xwe yên dagirkeriyê wergirtîn di 23’ê Nîsanê de ev tevger dan destpê kirin.”

'BI HEMÛ DERFETÊN XWE ÊRÎŞ ANÎN SER VAN HERÊMAN'

Ev tevger li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê bi şeklekî hemwext dest pê bû û hetan niha jî êrîşên li ser van herêman, bi taybetî jî êrîşên li ser herêma Avaşînê  ranewestiyane. Di esas de artêşa Tirk wisa hesab dikir ku gerîla wê nikaribe li hemberî teknîka wan li ber xwe bide û wisa dest bi vê tevgerê kir. Jixwe di roja destpêkê ya vê operasyonê de artêşa Tirk bi hemû teknîka di destê xwe de, bi balefirên xwe yên şer û yên keşfê, bi tang û topên xwe yanî bi hemû derfetên xwe êrîş birin li ser van herêman. Piştî van bombardumanan bi helîkopteran li gelek deveran xwestin leşkeran daxin ser serê hevalan û li ser mevziyên hevalan. Lê hevalan bi berxwedaniyeke pir mezin û bi îdîayeke mezin ev tevgera dagirkeriya artêşa Tirk pêşwazî kir.”

'WÊ BI HÊSANÎ NIKARIBE DAGIRKERIYA XWE BERFIREH BIKE'

Di dîroka tevgera me de gelek berxwedaniyên mezin çêbûne û gelek mînakên wana jî hene. Lê belê ev berxwedanî ji hemû berxwedanên di dîroka tevgera me de pêk hatine cudatir e. Ji ber ku Artêş û dewleta Tirk bi hemû hebûna xwe, bi hemû derfetên xwe yên teknîkî û ji her carê hovtir êrîş dikir û li hemberî wê jî hevalan, bi pisporiya gerîlatiya serdemê û gerîlatiya modern dest bi berxwedanekî kiribûn ku ji hemû berxwedanên dîroka tevgera me cûdatir û mezintir e. Dijminê me ev yek hesab nekiribû. Newxe plana wî ew bû ku bide ber xwe û pêş ve were. Li her sê herêmên ku dijmin tevgera dagirkirin û qirkirinê lê dayî destpê kirin ev yek wisa bû. Bi taybetî li herêma Avaşînê, li devera Mamreşo berxwedana ku di pêşengiya Fermandar Serhed Gravî de destpêbûyî derbek mezin li artêşa Tirk da. Jixwe piştî berxwedana hevalan a li  devera Mamreşo artêşa Tirk fêm kiribû ku wê bi hêsanî nikaribe dagirkeriya xwe berfireh bikin. Lewma artêşa Tirk li hemberî gerîla dest bi pêkanîna rêbazên qirêj kir. Li girê Mamreşo li hemberî hevalên me gazên kîmyewî bi kar anîn û wisa heft hevalên me li vê derê, bi gazên kîmyewî şehîd xistin.”

'HEVALÊN ME DEST BI BERXWEDANEKE BÊHEMPA KIRIN'

Piştî wê jixwe tê zanîn hem li Dola Konferansê hem jî li Dola Maran hevalên me derbên giran li artêşa Tirk dan. Artêşa Tirk şikestina xwe ya yekem li vir jiya. Bi dehan leşker li van her du deveran hatibûn kuştin. Lewma artêşa Tirk neçar ma ku xwe ji hinek deveran qedemeyekî paş ve bide. Berxwedana hêzên me ya li van deveran plana artêşa Tirk a dorpêçkirin û tûnekirina gerîla têk bir. Artêşa Tirk plan dikir ku bi dagirkirina Dola Konferansê û Dola Maran xeleka dorpêçkirina hinek deverên me timam bike. yanî ger artêşa Tirk dagirkeriya xwe ya li van her du deveran timam bikira wê deverên girê sor, kartal ango giştî devera basya wê biketa nava dorêpêçê. Lê belê ji ber berxwedana hevalên me artêşa Tirk nekarî vê yekê wê demê pêk bîne. Piştî wê di 7’ê heziranê de berê xwe da devera Werxelê û piştî devera Werxelê jî berê xwe da girê sor. Li van her du deveran jî hevalên me dest bi berxwedaneke bêhempa kirin. Artêşa Tirk dizanî ku bi hêzên xwe yên çete û paramilîter, bi teknîka xwe wê nikaribe li hemberî hevalên me bi ser kevin. Vê carê wekî ku li devera mamreşo kirin li deverên Xerxelê û girê sor jî dest bi kar anîna gazên kîmyewî kirin.”

'LI GEL KU SÛCÊN ARTÊŞA TIRK ISPATBÛYÎ YE JÎ KESEK DENGÊ XWE DERNAXÎNE'

Bi berdewwamî Melezgirt têkilî çekên kimyewî yên ku artêşa Tirk li ser gerîlayan bi kartîne got, “Weke me gotî, artêşa Tirk dema nekarî li hemberî gerîla serbikeve. Ketin nava lêgerînên qirêj. Em dikarin bibêjin hema hema çi ji destê wana hat li herêma Avaşînê li hemberî gerîla bi kar anîn. Lê ne teknîka wana ne jî leşkerên wana karîbûn li hemberî gerîla encamekî bi dest bixe. Heta li gor agahiyên me ji wê derê girtîn çeteyên ku di karên xwe yên qirêj de bi kar tînin jî li vê derê xwestin li hemberî gerîla bidin şer kirin. Ji ber ku derûniya leşkerên wan bi xwe jî êdî berxwedana li beramberî xwe ranedikir. Heta bûyera leşkerê bi navê Sezaî Gungor ê ku dixwest xwe radestî gerîla bike jî heye. Dema ku artêşa Tirk hem bi teknîka xwe hem jî bi leşkerên xwe nekarî li hemberî gerîla encam bigire vê carê jî dest bi teqînên li ser tûnelên şer û bi kar anîna gazên kîmyewî kirin. Artêşa Tirk her carê cûreyekî çekên qedexekirî li herêma Avaşînê li hemberî hevalên me bi kar anî. Me ji raya giştî re got ku  em ê bi kar anîna çekên kîmyewî bi belge, wêne û dîmenên wê nîşan bidin. Me bi delîl û qanitên wê bi kar anîna gaz û çekên kîmyewî yên artêşa Tirk li hemberî gerîla bi kar tîne pêşkêşî raya giştî kir. Lê belê heta niha kesê bertek û helwestek bi bandor raber nekiriye. Li gel ku sucên artêşa Tirk dike bi ispat e jî kes dengê xwe dernaxe. Tu saziyeke nav netewî, tu saziyeke ku mafên mirovan diparêze û tu saziyeke ku li hemberî sucên şer têdikoşe dengê xwe ji vê rewşê re dernexistiye. Em ji vê derê dubare bang dikin divê gelê me bi şeklekî bandortir xwedî li gerîlayan derbikeve. Ji ber ku gerîla rûmeta gelê kurde û ji bo azadiya gelê Kurd têkoşînê dike. lewma divê gelê kurd, dostên gelê Kurd li hemberî van sucên artêşa Tirk di nava çalakiyan de bin. Niha li herêmê şer bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Artêşa Tirk niha li deverên Boxaza, Banista, Şehîd Dilgêş, Şehîd Serdar xwe bi cih kiriye. Her wiha di kûraniya erazî de jî carnan veşartî, carnan jî vekirî tevgerên wana çêdibin. Yanî wisa xuya dike ku wê vê zivistanê jî şer berdewam bike. Dijmin wê bixwaze ber bi qela bêdewê û Cîloyê Piçûk jî bixwazibe pêşve were, lewma dibe ku şer girantir jî bibe.”

'EV BERXWEDAN HETA BI HEFTYEKÊ DOM KIR'

Herî dawî me Melezgirt pirs kir; medya şerê taybet a dewleta Tirk li ser medyaya xwe dîmenên hinek gerîlayan parve kir û dibêjin ev gerîla ji devera Qertal a bi ser herêma Avaşînê xwe radestî artêşa Tirk kirine. Gelo ev bûyer rast e an na?
 Melezgirt got,''Li devera Qertalê, Şehîd Dîren a bi ser devera Stûnê, Şehîd Elî jî artêşa Tirk tevgerek dabû destpêkirin. Li van deveran jî li hemberî tevgera dagirkeriya artêşa Tirk hevalên me berxwedaneke mezin li hemberî artêşa Tirk pêk anîn. Ev berxwedanî qederî hefteyekî ajot. Hem li devera şehîd elî hem jî li devera şehîd dîren hevalan çalakiyên sabotajê û serdeçûnê li ser artêşa Tirk li dar xistin. Di van çalakiyan de jî gelek windahiyên artêşa Tirk çêbûn. Wekî ku artêşa Tirk di medya xwe de propaganda dike û dibêje “me gelek gerîla kuştine û gelek ji wana jî xwe radest kirine” ev derewe. Bi giştî şer û pevçûnên di van deveran de qewimiye 5 hevalên me şehîd ketine, çar heval jî dîl ketine dest

'PIŞTÎ WÊ ARTÊŞA TIRK BI TUNDÎ GAZA KIMYEWÎ AVÊT'

Li devera Qertelê jî li ser hevalên me gazên kîmyewî bi kar anîn. Li gel vê yekê jî hevalên me heta dawiyê li ber xwe dan. hevalên me yên li wê deverê gelek ji gaza kîmyewî ya artêşa Tirk bi kar aniye bandor bûne. Wekî ku medya şerê taybet aniye li ser ziman van hevalên me xwe radestî artêşa Tirk nekirine. Artêşa Tirk bi gaza kimyewî êrîş dibe li ser hevalan. Hevalên me jî ji vê gazê bandor dibin. Ev gaz mirovan bê hiş dike. Ev gaza ku hatiye bi kar anîn li ser sîstama sinirên mirovan gelek tesîran ava dike. vê gazê li ser hevalê me jî bi vî awayî bandor kiriye. Lewma hevalên me dema ku ev gaz hat bi kar anîn pir bêyî zanebûn tevdigerin. Dema ku ev her du heval têne li ser hişê xwe jî ji bo nekevin destê dijmin xwe şehîd dixin. Ji xwe giştî di tûnelên şer ên kartalê de 5 heval hebûn. Piştî du heval xwe şehîd dixin 3 heval dimînin û ev her sê heval jî di tunelên şer de 3 rojan li hemberî artêşa Tirk şer dikin. Di vê pêvajoya sê rojan de hevalên me dronek, aracek robot û çend leşkeran jî dikujin. Piştî wê artêşa Tirk bi tundî gaza kîmyewî kar tîne û hevalên me ji ber vê yekê li ser hişê xwe diçin û dîl dikevin destê dijmin.”

'DÎMEN PARÇEYEK JI LÎSTIKA ŞERÊ TAYBET E'

Li devera Şehîd Dîren jî dema hevalên me di nava tevgerê de ne di navbera wan û dijmin de pevçûn diqewime û hevalê me yê bi navê Rûmet jî bi brîndarî dîl dikeve destê dijmin. Ji ber ku ev heval xwe radestî artêşa Tirk nake tê şehîd xistin. Yanî wekî ku artêşa Tirk li ser medya xwe ya şerê taybet behsê dike hevalên me xwe radest nekirine. Ew dîmenên hatine parvekirin jî perçeyek ji leyîstokên medya şerê taybet ê dewleta Tirk e, ango ew dîmen piştî heval dîl ketine destê wana hatine kişandin. Ev bûyer bi şeklê ku medya şerê taybet dibêje para xwe ji rastiyê wernegirtiye.”

'FAŞÎZM ENCEX BI TÊKOŞÎNÊ TINE BIBE'

Em ji vê derê dûbarê bang li saziyên mafên mirovan û saziyên li hemberî sûcên şer têkoşînê dikin. Divê dest li sucên şer ên artêşa Tirk li hemberî gerîla dike werdin ango li hemberî dewleta Tirk helwestên xwe danin. Nexwe ji vir şûnde yek gerîlayekî kurd û yek ciwanekî Kurd bi gaz û çekên kîmyewî yên artêşa Tirk şehîd bikeve her kes ji vê yekê berpirsyar e. Dive ji vir şûnde Kurd û dostên kurdan li hemberî faşîzma AKP-MHP bikevin nava berxwedaneke çalak. Ji ber ku êdî deshiladariya AKP’ê ne bi hilbijartin, ne jî bi rêkek dinê wê dest jî deshiladariya xwe bernede û wê ev pirsgirêk êdî bi rêkên demokratîk çareser nebe. Vaye em dibînin heya zindanan jî faşîzmek pir mezin heye. Vaye em çend sale li hemberî faşîzmê şer dikin. Divê her kes vê yekê bizanibe û bi vê zanebûnê li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê şer bike. ji ber ku faşîzm encex bi têkoşînê tune dibe.”