Melet: Ji bûyerên li girtîgehan biqewime wê AKP berpirsyar be

Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir, li girtîgehan zêdeyî 200 hezar mirov hene ku hezar û 533 ji wan girtiyên nexweş in û destnîşan kir, ji bûyerên li girtîgehan biqewime wê AKP berpirsyar be.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê di serî de girtiyên nexweş, rojnamevan û siyasetmedarên girtî nexist ber qanûna înfazê ya ku amade kir. Bi rêya qanûna nû ya înfazê serçeteyên mafyayê, firoşkarên narkotîkê, kesên ji dozên kuştinê dihatin darizandin û gelek girtî û hikumxwarên mîna wan hatin berdan.

Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên li girtîgehan hîn jî dewam dikin. Melet bal kişand ser êşkence û kiryarên xerab ên li girtîgehan û got, "Ji me hemû ku di vê dema şewbê de wê rehm bikeve dilê wan û dawî li êşkence û kiryarên xerab bînin. Lê mixabin weke ku di qanûna înfazê de hate dîtin, desthilatdariya siyasî û zîhniyeta wê yek in, lewma kiryar jî yek in. Di bin navê qanûna înfazê de li Tirkiyeyê 90 hezar girtî hatin berdan.

Bêguman encamên vê yekê yên erênî hene. Em vê yekê neyînî nabînin. Lê belê dema ku em bala xwe didin ser ku bi vê qanûnê kî hatiye derxistin, hingî ji vê qanûnê re dibêjin Qanûna Alaattîn Çakici. Li Tirkiyeyê qanûnên mîna vê beriya niha jî hatibûn amadekirin. Bi taybetî efûyên mîna vê yên weke Efûya Rahşan Ecevît. Îro jî mixabin di encama bazariya navbera AKP û MHP'ê de Efûya Alaattîn Çakici, Qanûna Alaattîn Çakici li pêş çavên tevahiya Tirkiyeyê li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê derxistin. Bi vê yekê re 90 hezar mirovî sûd wergirtin."

'LI GIRTÎGEHAN HEZAR Û 533 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE'

Melet anî ziman ku li girtîgehan zêdeyî 200 hezar mirov hene û got, "Ji jiyana van 200 hezar mirovî desthilatdariya siyasî berpirsyar e. Eger sibe, dusib tiştek biqewime wê desthilatdariya siyasî ji her tiştî berpirsyar be. Ji ber ku ev mirov li girtîgehê ne. Di nava çar dîwaran de ne û bi biryarên rêveberiya girtîgehê jiyana xwe didomînin. Me berê jî bang kiribûn. Li girtîgehan hezar û 533 girtî û hikumxwarên nexweş hene.

Me xwestibûn ku ev mirov tavilê bên berdan. Ji ber ku li nava şert û mercên neyînî yên girtîgehan nepêkane ku jiyana xwe bidomînin. Di demeke wiha de ku nexweşiyê bandor li tevahiya cîhanê kiriye em hinekî li benda rehmê, li benda wijdanê bûn. Divê kes li pêşberî vê rewşê bêdeng nemîne."

'GIRTÎ DIVÊ TAVILÊ BÊN BERDAN'

Melet got, "Divê em daxwazên van mirovan bibînin. Beriya çend rojan civaka Tirkiyeyê dît ku Helîn û Mûstafa jiyana xwe ji dest dan" û diyar kir, "Ji bo girtiyên din jiyana xwe ji dest nedin divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û bang li desthilatdariya siyasî bike. Divê her kes zanibe ku eger mirov jiyana xwe ji dest bidin wê wijdanê civakê birîn bibe.

Ji bo ev neyînî careke din rû nede em dixwazin guhertina hatiye kirin ji nû ve bê nirxandin û qanûn bên amadekirin ku bandorê li tevahiya civaka Tirkiyeyê bike."