Melet: Greva birçîbûnê mezin dibe

Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet bi bîr xist ku bi çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîdê roj bi roj mezin dibe û got, divê tavilê bersiv ji daxwazên wê re bê dayin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 52 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye. Li çar aliyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û cîhanê ji bo berxwedan Guven çalakiyên piştgiriyê tên lidarxistin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI ASTA KRÎTÎK DE YE

Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Mûrat Melet bal kişand ser bêdengiya hikumetê û raya giştî ya Tirkiyeyê û diyar kir, ev yek parêzvanên mafên mirovan û alîgirên aştî û demokrasiyê dixe nava fikaran. Melet got, eger rewşeke neyînî biqewime, ev yek wê derbeke mezin li wijdanê mirovan bixe.

Melet bi bîr xist, greva birçîbûnê gihîştiye asta krîtîk û wiha dewam kir: "Ji niha û pê ve wê xisarên mayinde li bedena Leyla Guven bibe. Ev çalakiya ji aliyê Leyla Guven ve dest pê kir û bû hêviya aştiyê, li girtîgehan ji aliyê bi hezaran kesî ve tê meşandin. Leyla Guven di her hevdîtinê de dibêje, eger tecrîdkirina Ocalan bidawî nebe, wê greva birçîbûnê bi dawî neke."

'TECRÎD PIRSGIRÊKA HEVPAR A HER KESÎ YE'

Melet ragihand, tecrîd ne tenê pirsgirêka HDP'ê, parlamenterên HDP'ê ya jî mirovên xwedî vê nêrînê ye û got, "Tecrîd pirsgirêka her kesên ku qala jiyana hevpar dike, daxwaza demokrasî, mafên mirovan û welatekî demokratîk dike. Partiyên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê yên niha qala demokrasiyê dikin, divê vê yekê bibînin... Eşkere ye ku tecrîdkirina Birêz Ocalan ti carî tecrîd bi tenê nîne, di heman demê de polîtîkaya tinekirinê ye."

Melet diyar kir, cihê tecrîdê di dewleta hiqûqê de nîne û got, "Astengkirina hevdîtina Ocalan bi malbatê û parêzeran re kiryareke li derveyî hiqûqê ye. Divê ev helwest tavilê bê terikandin. Em dest bi sala nû dikin, beriya destpêkirina sala nû daxwaza me parêzvanên mafên mirovan zelal e. Divê tecrîd tavilê bê rakirin û greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevalên wê bi dawî bibe."