MED TUHAD-FED'ê rapora xwe ya li ser girtîgehan eşkere kir

MED TUHAD-FED'ê rapora xwe ya heftane ya li ser girtîgehan eşkere kir.

Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), rapora xwe ya heftane ya li ser girtîgehan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku girtîgeh ji bo jiyaneke bi tenduristiyeke baş nepaqije, bi şewba vîrûsa koronayê re divê rewşa extiyar-nexweş û zarokan tavilê ji nû ve bê nirxandin.

Her wiha hate destnîşankirin, ku di çarçoveya tevdîrên dijî şewbê de divê girtîgeh ji nedîtî ve neyên, di nava girtî û hikumxwaran de cihêkarî neyê girtin û hate gotin, "Li dijî vê cihêkariya di guhertina qanûnî de tê kirin, divê hesasiyeta hiqûqî ya gerdûnî bê nîşandan ku destketiyeke mirovahiyê ye."

MED TUHAD-FED'ê di rapora xwe de bal kişand ser van xusûsan:

"* Li hin girtîgehan malzemeyên paqijiyê, dezenfektan û kolonya nadin girtiyan. Girtîgeh nayên dermankirin.

* Li koxûşên ku divê hejmara girtiyan lê kêm bin, gelek girtî ji neçarî dimînin.

* Wezîfedarên girtîgehê bêyî ku tevdîrên pêwîst werbigirin dikevin hundirê koxûşan û derdikevin.

* Li hin girtîgehan girtiyan ranakin nxweşxaneyan.

* Li Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê sermijartina li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin, girtiyên ku vê qebûl nakin dibin hedefa êriş û lêdanê, daxwaznameyên li dijî pêkanînên heyî tên nivîsandin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayên nirxandin û tên çirandin.

* M. Fatîh Bîngul ku ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê hate kirin, meheke li hucreya yek kesî tê hiştin û ji malbata xwe re ragihand ku dema ew veguhastin girtîgehê êşkence lê kirin.

* Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Akasarayê dimînin, ji malbatên xwe re ragihandin ku di hevdîtina bi rêveberiya girtîgehê re rêveberiyê bi gotina 'Hûn neçar in li gorî pîvanan tevbigerin, naxwe em ê yekî bi vîrûsê ye yê li nava sûcdarên edlî bixin nava we' gef li wan xwariye.

* Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê, Îmdat Bîngol ê di hucreya yek kesî de tê hiştin, bêyî hincetekê tê tecrîdkirin.

* Garîba Gezer a ji Tarsûsê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê hate kirin, bi rojane li hucreya yek kesî tê hiştin û hate hînbûn ku li dijî pêkanînên li girtîgehê ketiye greva birçîbûnê. Li gorî agahiyan rewşa wê ya tenduristiyê nebaş e.

* Li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê li dijî vîrûsê tu tevdîr nehatine wergirtin, di serî de malzemeyên paqijiyê maske, lepik nedane girtiyan."