MED TÛHAD-FED: Tecrîd bandorê li hemû kesan dike

Hevserokê MED TÛHAD-FED Mehmet Temîzyuz diyar kir ku tecrîda Îmraliyê bandorê li ser hemû gelan dike û bang li saziyên civakî û yên navneteweyî kir.

Rêveberiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TÛHAD-FED), li avahiya komeleya xwe têkildarî hevdîtina malbatan a li Îmraliyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Meclîsa DBP’ê Celal Yoldaş, Endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeya Sûr û Peyasê, Komeleya 78’an, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Hevserokê MED TÛHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz axivî. Temîzyuz bi bîr xist ku di 3’ê Adarê de malbatan li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin pêk anîne û wiha axivî: “Tecrîda li ser rêzdar Ocalan hemû gelên ku li vê erdnîgariyê dijîn bandor dike. Divê bê dîtin ku pevçûnên ku çêdibin encama tecrîdkirina birêz Ocalan e. Ji bo ku qeyrana Rojhilata Navîn were çareserkirin divê demildest parêzer, malbat û heyeta Îmraliyê dîsa hevdîtina bi birêz Ocalan re pêk bînin. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê dîsa were destpêkirin ev şert e.”

Temîzyuz, da zanîn ku hevdîtin piştî ku şewat derket û bi bandora raya giştî pêk hat û wiha berdewam kir: “Hevdîtinek tenê tecrîdê ji holê ranake. Çiqas hevdîtin bi rêzdar Ocalan re pêk werin qeyrana Rojhilata Navîn jî ewqas tê çareserkirin. Em MED TÛHAD FED dibêjin ku divê demildest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû zindanan bi dawî bibe. Bi vê minasebetê em hemû rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên hiqûqî, partiyên siyasî, CPT’yê, Rêxistina Efûyê ya navnetewî, Neteweyên Yekbûyî vedixwînin ku ji bo rakirina tecrîdê înîsîyatîf bigirin.”