MED-DER: Heta Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê em ê têbikoşin

MED-DER’ê ku bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî belav kir, destnîşan kir ku heya Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê û fermî wê têkoşîna wan a di vî warî de bidome.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, daxuyaniyêke niviskî belav kir. Di daxuyaniyê de Cejina Zimanê Kurdî li gelê Kurd hat pîrozkirin û hat gotin ku heta zimanê Kurdî nebe zimanê fermî û perwerdehiyê, wê têkoşîna wan a di vî warî de bidome.

Di daxuyaniyê de encamên hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê yên 14'ê Gulanê hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Îro 15’ê Gulanê ye, cejna zimanê Kurdî ye. Em cejna zimanê Kurdî li hemû gelê xwe pîroz dikin. Em, bi encamên krîtîk ên hilbijartineke krîtîk pêşwaziyê li 15’ê Gulanê dikin. Encamên vê hilbijartina krîtîk nîşanê me didin ku divê em zêdetir bixebitin, têkoşîna xwe xurttir bikin. Gelê Kurd tevî hemû dijwarî û xetereyên qirkirinê heta roja îro bi hemû heybeta xwe li ser pêyan e. Çawa ku gelê me hemû xetereyên li pêşiya xwe derbas kirine û di qonaxên dîrokî re derbas bûye û zimanê xwe bi awayekê wisa daye qebûlkirin ku tu hêz nikare ji nav bibe, ji niha û pê ve jî wê zimanê xwe bibe asteke wisa ku layiqê zimanê me be.”

‘EM Ê DI HEMÛ ŞERT Û MERCAN DE PARASTINA HEBÛNA XWE BIKIN’

Di daxuyaniyê de Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî bi bêzdarî hatin bibiranîn û soza domandin û biserxistina rêya wan hat dayîn û ev tişt hatin ragihandin: “Kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’yan de li Şamê hate derxistin û ji ber vê yekê jî ev roj wek Cejna Zimanê Kurdî tê qebûlkirin. Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî, kovara Hawarê di bin şert û mercên wisa de derxistine ku ewrên reş û tarî bi ser gelê me de girtiye. Lê belê wan bi israr dest bi xebateke wiha kiriye û îro bi saya wê xebatê ye ku bingeha zimanê me ew qas xurt bûye. Em li vir careke din Celadet Alî Bedirxan û hemû hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û soza domandin û biserxistina rêya wan dubare dikin. Em, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî careke din diyar dikin ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Heta ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, em ê bêyî rawestin li têkoşîna xwe dewam bikin û em dibêjin ku em ê zimanê xwe, hebûna xwe di bin hemû şert û mercan de biparêzin, ew ê tu hêz nekare zimanê me tune bike. Cejina zimanê Kurdî li neteweya Kurd pîroz be!”

Saziyên destnîşana wan li bin daxuyaniyê, ev in:

"Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) Amed

Enstîtuya Kurdî ya Amedê – Amed

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê – Stenbol

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê – Îzmîr

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botan – Sêrt

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê – Semsûr

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî-Derê – Êlih

Komeleya Navenda Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê – Wan

Komeleya Wêjekarên Kurd – Amed

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek – Cizîr"

‘BILA KURDÎ BIBE ZIMANEKÊ FERMÎ YÊ PERWERDEHIYÊ’

Şaxê Egîtîm-Senê yê Wanê û Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê, di daxuyaniya xwe ya têkildarê 15’ê Gulanê Cejina Zimanê Kurdî de, îşaret bi giringiya zimanê zikmakî kir û destnîşan kir ku heta Kurdî fermî bibe û bibe zimanê perwerdehiyê ew ê li têkoşîna xwe dewam bikin.

Li ser navê şaxê Egîtîm-Sen’ê yê Wanê Lokman Babat daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de pankartê li ser “Her netewe bi zimanê xwe heye, ziman hebûn e” nivîsandî hat hildan û dirûşmeyên ‘’Zimanê me, rûmeta me ye” û “Bêyî ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.

Babat, behsa pêvajoya dîrokî ya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî kir û wiha pê de çû: “Kurdî û zimanên qedîm ên Anatoliyayê û Mezopotamyayê, ji ber polîtîkayên bişaftinê li ber tunebûnê ne.”

Babat diyar kir ku Kurd li dijî hemû polîtîkayên bişaftinê li ber xwe didin û got ku ji bo jiyandina zimanê Kurdî ew di bin şert û mercên zor û zehmet de dixebitin.

BANGA JI BO PERWERDEHIYA BI KURDÎ

Babat anî ziman ku hikûmet bi erkdarkirina qeyûman hemû saziyên têkildarê zimanê Kurdî girtine û got: “Di Roja Cejina Zimanê Kurdî de banga me ew e ku bi zimanê me perwerdehî hebe.”

BILA ZAGONA 42’YEMÎN A MAKEZAGONÊ BIGUHERE

Babat anî ziman ku ji bo perwerdehiya bi Kurdî çêbibe, divê Xala 42’yemîn a Makezagonê biguhere û da za bi lêv kir ku li gor peymanên navneteweyî ku Tirkiyeyê îmze kirine, perwerdehiya bi zikmakî heq e ku hebe û axavtina xwe wiha qedand: “Silav li hemû kedkarên ku Kurdî li dijî red, bişaftin û înkarê diparêzin. Cejina Zimanê Kurdî pîroz be.”