Meclîsa Şengalê: Îro em hemû Rojnamevan in

Meclîsa Avaker a Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî sersaxî ji malbata Nûjiyan re xwest û diyar kirin ku ew îro hemû rojnamevanin.

Bi boneya şahadeta Rojnamevan Nujiyan Erhan Meclîsa Avaker a Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand. Meclîsê di serî de sersaxî ji malbat û Çapemeniya Azad re xwest.

Meclîsa Avaker a Şengalê di daxuyaniya xwe de ev agahî tişt got:

“Şahadeta rojnamevan Nujiyan Erhan îro bi agahiyek xemginiyê me bihist.

Roja 3’ê Adarê çeteyên PDK’ê rast e rast rojnamevan kirin hedef, ji bo ku rastiya rûyê wan, hovîtiya wan dernekeve bi hemû çekên destê wan de hene êrîşê rojnamevanên azad kirin. Di encamê de heval û rojnamevana me Nujiyan Erhan birindar bû. Şevê din seat 00.00’an li nexweşxanê şehît ket.

Çawan ku roja yekemîn a fermanê şervanên azadiyê bi hawara gelê me yên Êzidî ve hat, bi heman şêwazî hevala Nûjiyan jî ji bo rastî, êş, azar û jiyana gelê me ragihîne cîhanê berê xwe dan Şengalê. Hevala Nûjiyan bi kar xebat, bername û nûçeyên xwe nîşanî hemû cîhanê da bi çi awayî ferman hatiye serê gelê me, li aliyek din jî bexwedan û jiyana gelê me ragihand. Disa di 14’ê Adarê gelê Êzidî ji bo hêrsa xwe ya hemberî PDK’ê, meşiyan. Carek din jî çeteyên PDK’ê rojnamevên jin kirin hedef. Ev ne bûyerên tesadufin, ev bi awayekî zanebûn tê kirin. Îro em hemû rojnamevanin û em ê kar û xebatên wan û rastî û heqîqeta Êzidxanê ragihînin cîhanê.

Di kesayeta Rojnamevan Nujiyan Erhan de em soza xwe nû diki û soz didin ku em ê şopdarê rê wan bin, heta yek ji me heye em ê xeyal û xewnên wan bigihînin serkeftinê. Em di serî de ji malbat Nûjiyan û tevahî Çapemeniya Azad re sersaxî dixwazin.”