Meclîsa Şengalê: Em bang li civaka Êzîdî dikin ku li Rêber Apo xwedî derbikevin

Meclîsa Damezrîner a Şengalê di daxuyaniya xwe de got: "Komploya li dijî Rêber Apo komploya li dijî civaka Êzîdî ye. Ji ber vê jî yê ku bêhtir li Rêbertî xwedî derbikeve wê civaka Êzîdî be’

Meclîsa Damezirîner a Şengalê di salvgera 18. a Komploya 15’ê Sibatê ya Navnetewî de, ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da û got, ‘’ Komploya li dijî Rêber Apo komploya li dijî civaka Êzîdî ye. Ji ber vê jî yê ku bêhtir li Rêbertî xwedî derbikeve wê civaka Êzîdî be’’

Daxuyaniya Meclîsê wiha ye:

‘’Gelê Kurd ev salan e ku ji bo azadiyê û mafên xwe têdikoşe û berxwedaneke bêhempa nîşan dide. 15’ê Sibata 1999’an hêzên hegemonîk ên navnetewî bi komploya ku kirin di şexsê Rêber Apo de xwestin ku vê têkoşînê têk bibin. Ji komplogeran weye ku bi girtina Rêber Apo wê raman û felsefeya Rêber Apo tine bibe lê hesab nekirin kur aman û felsefeya Rêber Apo di dilê milyonan mirov de cih girtiye. Ji bo vê jî bi sedan leheng bedena xwe kirin gilokeke agir û li dijî vê komployê rawestiyan. Ev berxwedana bi lehengî nîşan dide ku felsefeya Rêber Apo ji bo mirovan çendî hêzdar û nirxdar e.’’

Rêber Apo bi helwest û berxwedana xwe li Imraliyê planên komplogeran pûç kir. Rêbertî dibe ku şexsek be lê paradîgmaya wî ya neteweya demokratîk, hemû gelên dinyayê, bawerî, çand û mirovahiyê di nav xwe de vedihewîne. Mînaka vê ya herî berbiçav Şoreşa Rojava ye ku gel bi rengekî wekhev û bê teşqele bi hev re dijîn. Ji bo vê jî em ji Rêber Apo re dibêjin rêberê mirovahiyê ye û nirxên mirovahiyê herî rast ew temsîl dike.

3’yê Tebaxa 2014’an hêz û partiyên ku xwe wekî xwediyê Şengalê didîtin em bi komkujiyên re rû bi rû hiştin lê şervanên Rêber Apo gelê Êzîdî ji Fermanê xilas kirin. Rêber Apo her çendî di zindanê de jî bû, bi raman û giyanê xwe tim bi civaka Êzîdî re bû. Rêber Apo gelek caran di hevdîtinên xwe de bal kişande ser parastina Şengalê û bang kir ku Êzîdxan were parastin. Lê hin hêzan destûr nedana vê û li dijî vê ramanê asteng danîn. Îro Şengal bûye xwedî vîn û biryarên xwe ew distînin. Bivînbûna gelê Şengalê bi Rêber Apo pêk hatiye. Şengal bi ramana Rêber Apo wê were rêxistin. Heke ne ji raman û felsefeya Rêber Apo bûye niha me yê nikarîbûna behsa hebûna civaka Êzîdî bikin.

Ji bo vê jî yê ku herî pir divê li Rêbertî xwedî derbikeve civaka Êzîdî ye. Em bang li hemû Êzîdiyên dinyayê dikin ku bê rawest li Rêber Apo xwedî derbikevin. Ji ber ku xweserî û azadiya Şengalê bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Ji bo vê jî em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya Êzîdxanê ye. Her Êzîdiyek divê bi hemû hêza xwe li Rêber Apo xwedî derbikeve.