Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê li hev civiya

Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi beşdariya hemû endaman civîna xwe ya yekemîn lidar xist. Di civînê de rêzikname hate diyarkirin û komîte hatin destnîşankirin.

Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, piştî kongreya xwe ya 2. a 30-31'ê Gulanê li çiyayê Şengalê pêk hat, bi beşdariya hemû endaman yekemîn civîna xwe li çiyayê Şengalê lidar xist. Civîna meclîsê bi deqeyeke rêzgirtinê ya li ser ruhê Şehîdên Êzidxanê û şehîdên şoreşê dest pê kir.

Di civînê de rêziknameya meclîsê ji aliyê endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hecî Hesen ve hat xwendin û bi temamî hate pejirandin.

Çend xalên girîng ji rêziknameyê wiha ne:

"Sembola Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê ji Çiya-rojê û quban pêk tê. Piştî salekê wê kongre careke din were lidarxistin û dikare ji mehek an sê mehan pêşde û paşde bide. Pêkhateyen wê 40 ji sedî jin cihê xwe di nava meclîsê de digirin. Biryar bi piraniya dengan tên girtin. Meclîs ji 12 komîteyan pêk tê. Erkê herî esas, proje û biryardane. Dengdan li ser esasekî demokratîk pêk tê. Ji pêkhatiyên Şengalê re meclîs vekiriye."

KOMÎTE HATIN DIYARKIRIN

Di rêziknameyê de gelek deste hatin destnîşankirin û her yek ji van desteyan jî şîrove û nêrînên endaman li ser hatine dayin ku her yek ji wan di demê pêş de wê çi bike. Komîteyên ku hatine destnîşankirin ev in:

1-Çand, Huner û Ragihandin; 2-Ewlekarî; 3-Xizmetguzarî; 4-Zagonsaz; 5-Perwerde; 6-Mafên Mirovan û Saziya Malbatên Şehîdan; 7-Bawerî û Ol û Aştî; 8-Aborî; 9-Ciwan û Werzîş; 10-Tenduristî; 11-Rêxistina Civakê; 12-Katibê Meclisê.

Piştî komîte û berdevkên wan hatin eşkere kirin, 2 hevserok û alîgirên wan ên desteya rêveber a Şengalê, ji aliyê endaman ve hatin dengdan û qebûlkirin.

HEVSEROKÊN DESTEYÊ Û ALÎGIRÊN WAN JÎ HATIN HILBIJARTIN

Hecî Hesen Pîso û Zehra Sulêman weke hevserokên desteya Rêveber a Şengalê hatin hilbijartin.

Di civînê de 2 alîgirên hevserokên desteyê jî hatin hilbijartin. Navên wan jî wiha ne: Nehla Yusif û Herbo Xidir Merdos.

Piştî navbera nîvro hilbijartin li ser komîteyan hatin kirin û wê kî cihê xwe di kîjan komîteyê de bigire, hate destnîşankirin.

'HIKÛMETA BERÊ TERKA GEL KIR Û TARÛMAR BÛ'

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Hecî Hesen Pîso li ser encam û kar û xebatên desteyan wiha got: "Îro civîna fermî ya meclîsê hate lidarxistin û di meclîsê de hevserok û alîgirên wan hatin hilbijartin. Projeyên ku di hundirê meclîsê de werin dengdan, dibin biryar û desteya rêveber wan biryaran pêk tîne."

Hesen got: "Hikumeta beriya niha bi erka xwe ranebû. Çawa ku gel koçbe bû, ew rêveberiya berê jî terka gel kir û tarûmar bû."

'YÊN KU DESTÊ WAN DI XWÎNA ÊZIDIYAN DE HENE, CIHÊ WAN LI SER AXA ÊZIDXANÊ NÎNE'

Hesen destnîşan kir, kesên ku destê wan di xwîna Êzdiyan de nebe, ew dikarin wan bigirin nava xwe, lê yên destê wan di nava xwîna gelê wan de hebe, ne bi tenê cihê wan di nava rêveberiya me de, belkî cihê wan di Şengalê bi temamî jî nîne."

Hesen wiha got: "Wê di demên pêşiya me de dadgeh werin vekirin. Ew kesên ku dest dirêjî namûsa Êzdiyan kirine û pêşengiya vê fermanê kirin, wê dadgeh wan bi sûcê wan dadgeh bike."

Hesen di dawiya axaftina xwe de got: "Şengal, Şengala Êzdiyan e. Tenê ew kesên ku zerar nedane civaka Êzidî, dikarin li vir bijîn."