Meclîsa Jinên Ciwan a Şengalê avakirina xwe ragihand

Meclîsa Jinên Ciwan a Şengalê avakirina xwe ragihand û berxwedana li Îmraliyê û gerîlayan silav kir.

Hêza dînamîk a Şengalê, jinên ciwan, di salvegera 26’emîn a şehadeta Zîlanê de Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê (YJCŞ) ragihand.

Di Kongreya 1’emîn a YJCŞ’ê ya bi tevlêbûna 150 delegeyên ji Şengalê û mêvanên ji Kampa Şehîd Rûstem Cûdî, bi dirûşma “Di Xeta Zîlan û Bêrîvanan de Rêxistinbûnê Ava Bike, Dagirkerî û Xiyanetê Têk Bibe, Azadiya Şengal Misoger Bike” hat lidarxistin de bernameya esasê birêxistinbûyînê hat diyarkirin.

Li gorê vê, di birêxistinbûyîna di bin banê YJCŞ’ê de ev biryar derbasdar bûn:

-Birêxistinbûyîna civakî exlaqî û polîtîk, bi rêya fikira azad bi rê ve dibe.

YJCŞ, pergala xwe bi komun, meclîs, akademî, kooperatîk û bi feraseta parastina cewherî ava dike. Li Şengalê bi saziyên xwediyê vê ferasetê re hevkariyê dike.

YJŞ’ê wek hêzên parastinê dibîne û xwe ji bipêşdeçûna wê berpirs dibîne.

Her jina ciwan bi fikira xwe ya azad û demokratîk tev li YJCŞ’ê dibe.

Dikeve hewila çareserkirina pirsgirêkên jinan.

Birêxistinbûyîna xwe bi komîteyên perwerde, parastina cewherî, çapemenî, aborî, çand û huner, werziş û tenduristiyê dike.

Di hemû saziyên pergala Rêvebiriya Xweser a Demokratîk a Şengalê hebûna jinên ciwan.

Rêxistina jinên ciwan, bi fam û feraset û birêxistinbûyî de bi tevgera jinan re bi piştevaniyê tev digere.

Temenê jinên wê tev li YJCŞ’ê bibin ji 14 heta bi 30’î ye.

Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê (YJCŞ) di rûnîştina dawîn a kongreyê meclîsa bi 13 kesan hilbijart. Hat diyarkirin ku emclîsa hat hilbijartin, wê bi civîna yekemîn a piştî kongreyê koordînasyona xwe ya bi sê kesan hilbijêre. 

Di kongreyê de berxwedana gerîla û Îmraliyê hat silavkirin û kongre bi dirûşmên ‘’Jin jiyan azadî’’, ‘’Bijî gerîla’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ û bi govendê qediya.