'Me soz dane Ebû Leyla, em ê DAIŞ'ê ji Reqayê derxînin'
Fermandarê Şems Şîmal Mihemed Ebû Adil, ku yek ji berxwedêrên berxwedana destanî ya Koabnê ye, got "Me soz dane berxwedêrê Kobanê Ebû Leyla. Em ê çeteyên DAIŞ'ê ji Reqayê derxînin."
Fermandarê Şems Şîmal Mihemed Ebû Adil, ku yek ji berxwedêrên berxwedana destanî ya Koabnê ye, got "Me soz dane berxwedêrê Kobanê Ebû Leyla. Em ê çeteyên DAIŞ'ê ji Reqayê derxînin."
Fermandarê Şems Şîmal Mihemed Ebû Adil, ku di nava berxwedana destanî ya Kobanê de cih girt, di salvegera duyemîn a serketina Kobanê de ji ANF'ê re axivî. Mihemed Ebû Adil diyar kir, ruhê yekîtiyê yê fedayî, ku li Kobanê derket holê, Minbic rizgar kiriye. Ebû Adil bibîr xist, ku Kobanê neketiye û wê di demeke nêz de Reqa bikeve.
'DAXWAZA GELÊN ME SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK E'
Fermandar Ebû Adil da xuyakirin, ku ew ji Minbicê ye, lê belê cihê Kobanê ji bo wî cuda û taybet e. Ebû Adil da zanîn, di sala 2011'an de gelên li Sûriyeyê bi daxwaza azadî, wekhevî û edaletê li ber rejîma Baasê rabûne û anî ziman, yekane daxwaza gelan, Sûriyeyeke demokratîk e ku her kes karibe bi rengekî azad lê bijîn. Ebû Adil diyar kir, ev daxwaza gelên Sûriyeyê bi destwerdana yekser û neyekser a hêzên navneteweyî û herêmî hatiye terorîzekirin û got, "Gelên Sûriyeyê tevlî şerekî hilweşîner û giran hatin kirin."
'ÊRÎŞÊN LI DIJÎ KOBANÊ JI BO TINEKIRINA ROJAVA BÛN'
Ebû Adil anî ziman, pêşengên siyasî û leşkerî yên Rojava, di heman demê de hewl dan şerê heyî ji Rojava vegirin û ev yek jî di asteke bilind de bi ser xistine. Ebû Adil da zanîn, ji bo tevlîhevkirina Rojava, di sala 2013'an de li Serêkaniyê û Efrînê şerekî girîng qewimî.
Ebû Adil işaret bi rola Rojava kir û anî ziman, ku di nava vî şerê giran û hilweşîner de Rojava ji bo gelên Sûriyeyê bûn sitargeheke ewle. Ebû Adil destnîşan kir, armanca hêzên herêmî û navneteweyî ji êrîşa li dijî Kobanê ya sala 2014'an, tinekirina Rojava bû.
'ÇETEYÊN DAIŞ'Ê JI ALIYÊ HEJMAR Û ÇEKAN VE XURTIR BÛN'
Ebû Adil bibîr xist, piştî ku şer gihîşt axa Rojava, li Kobanê pêleke giran û dijwar a êrîşê dest pê kir û li ser wê demê got, çeteyên DAIŞ'ê roj bi roj hê bêhtir xwe nêzî Kobanê dikirin û wan jî ji aliyê taktîkî ve xwe vekişandine. Fermandarê Şems Şîmal Mihemed Ebû Adil da xuyakirin, çeteyên DAIŞ'ê bi tank, top, fuze û çekên giran êrîşî Kobanê kirin û bibîr xist, ji aliyê hejmarî ve çeteyên DAIŞ'ê ji wan zêdetir bûn. Ebû Adil got, "Ê me tenê kalaşnîkov û bombeyên me nebûn. Ji bilî vê ruhekî me yê fedayî hebû, ku piştgiriya hev dikir. Tenê du kolan ma bûn di kontrola me de. Tevî vê yekê jî Kobanê neket. Xurtbûna çeteyan ji aliyê teknîk û hejmarî ve, ti carî em netirsand."
Ebûl Adil anî ziman, di şerê Kobanê de ew gelekî tevlî şer nebûye û got, "Ez li çeperên berxwedanê yên li herêma Sukul Hal û Pîşesaziyê bûm. Di wê demê de min bi giranî karê têkiliyên derve dimeşand. Şervan amade dikir û dişand bendên me. Tevî vê yekê min karên siyasî dimeşand."
Ebû Adil bibîr xist, hêzên herêmî û navneteweyî li pêşberî êrîşên dagirkeriyê bêdeng man û diyar kir, di serî de li Bakurê Kurdistanê, li Ewropa û gelemperiya cîhanê, ji bo berxwedana çend fedayiyan a li Kobanê çalakî hatin lidarxistin. Ebû Adil destnîşan kir, ku bi saya van çalakiyan, hêzên herêmî û navneteweyî yên li pêşberî barbariya DAIŞ'ê bêdeng man teşhîr bûn û êdî van hêzan neçar man gavê bavêjin.
Ebû Adil ragihand, di wê demê de ewilî piştgiriya hewayî hat û piştre jî pêşmerge bi çekên giran hatin Kobanê û diya kir, pêşmergeyên hatin Kobanê ti carî li eniya pêş cih negirtin û tevlî berxwedanê nebûn.
'DI BERDÊLA WÊNEYEKÎ DE ME XWARINA ROJEKÊ YA PÊŞMERGEYAN GIRT'
Fermandarê Şems Şemal Mihemed Ebû Adil bîranînek di navbera wî û pêşmergeyan de parve kir: "Pêşmergeyan li pişt eniya şer, hawan davêtin çeteyên DAIŞ'ê. Ji bo wan ji Tirkiyeyê xwarina taybet dihat. Ê me, nan jî bi destê me nediket. Carna em bi rojan birçî diman. Rojekê fermandarekî pêşmergeyan hat cem min. Ji min re got, ku dixwaze bi min re wêneyekî bikişîne. Min jê pirsî, bê çima dixwaze wêne bikişîne. Wî jî got, 'Eger ez bi te re wêne bikişînim, wê mirov bêje qey ez li eniya şer im'. Dema wî israr kir, min jî got, 'em dikarin wêneyekî bi hev re bikişînin, lê belê şertekî min heye'. Wî jî pirsî, bê çi ye. Ming got, 'Eger hûn xwarina îro ji we re tê bi me re parve bikin, em ê wêne bikişînin'. Fermandarê pêşmerge ev qebûl kir. Dema min xwarin garantî kir, me wêne kişand. Hem em kêfxweş bûn, hem jî fermandarê pêşmergeyan."
BI SERKETINA KOBANÊ RE MINBIC AZAD BÛ
Ebû Adil da xuyakirin, ku berxwedana destanî ya Kobanê, hemû hevsengiyên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn bi taybetî yên li Sûriyeyê ji hev xist û anî ziman, rizgariya Kobanê rê li ber rizgariya Girê Spî, Mebrûk,a Silûk, Eyn Îsa, Sirîn, Hol, Tişrîn, Şeddadê û Minbicê vekir.
Ebû Adil diyar kir, hêzên şoreşger ên Kobanê rizgar kirin, niha berê xwe dane dilê çeteyên DAIŞ'ê Reqayê û got, "Gelek şervanên me ji Reqayê ne. Şervanên me ji bo Reqayê rizgar bikin, tevlî Pêngava Xezeba Firatê bûn. Bi zêdeyî sed şervanan re me cihê xwe di nava pêngava rizgarkirina Reqayê de girtine. Me soz dane berxwedêrê Kobanê Ebû Leyla. Em ê çeteyên DAIŞ'ê ji Reqayê derxînin."
JI GELÊ KOBANÊ RE
Fermandarê Şems Şîmal Mihemed Ebû Adil di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kobanê kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derkeve û got, "Divê gelê me li dora Federasyona Bakurê Sûriyeyê bicive. Di serî de ciwanên Kobanê, lazim e mirovên çûne Tirkiyeyê, welatên herêmê û Ewropayê, li axa xwe vegerin. Tevahiya gelên me bi taybetî gelê me yê Kobanê lazim e bi vê zanibin; gelek mirovên tevlî şerê Kobanê bûn, berî ku avek bi destê wan bikeve ku vexwe, şehîd bûn. Bi ruhekî wiha yê fedayî Kobanê parastin. Bi gavek jî ji berxwedanê venegeriyan. Yên bi ser ketin, şoreşgerên wêrek bûn. Ya ku divê êdî bê kirin, dilsoziya bi şehîdan re ye. Li ser rêya wan avakirina Sûriyeya Demokratîk e."