Me li hemberî Seddem şer kir, em ê li hemberî Erdogan jî şer bikin

Pêşmergeyên dêrîn Mehmed Emîn, bi salan beriya niha li çiyayê Qendîlê li hemberî hêzên Seddam şer kiriye. Emin dibêje: ‘‘îro jî ez amade me ku li hemberî hêzên tirk ên dagirker şer bikim.’’

Dewleta tirk, ji bo dagirkeriya xwe ya li başûrê kurdistanê kûr bike êrîşên xwe berdewam dike. Li hemberî van êrîşan gelê Başûrê Kurdistan bi çalakgeriyên cur bi cur bersiv dide dewleta Tirk. Yek ji van çalakiyan, çalakiya Mertalên Zindî ku ev 20 roj in didome ye.

Gelek pêşmergeyên dêrîn jî diçin sedana çalakvanan. Yek ji van peşmergeyan Mehmet Emîn diderbirîne dibêje, “em piştgiriyê didin vê têkoşîna bi rûmet. Em ê bi hev re li dijî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîna xwe bidomînin.”

‘’ME QENDÎL LI SEDDEM KIR DOJEH, EM Ê LI ÇETEYÊ ERDOGAN JÎ BIKIN DOJEH’’

Emîn anî ziman ku ev xewn û xeyalên dagirkeran ên dixwazin destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin, her tim hebûne lê tu car bi ser neketine û wiha pê de çû: “Seddem Huseyîn jî dixwest çiyayên Kurdistanê dagir bike lê nekarî. Me çiyayên Kurdistanê li Seddem kirin dojeh, em ê li çeteyên Erdogan jî bikin dojeh.

Hin partiyên siyasî yên başûr, ji bo berjewendiyên xwe bi dijmin re ketin nav têkiliyeke qirêj. Serî li ber dijmin tewandin. Destkeftiyên ku di pêvajoya Raperînê de hatî bi destxistin, neparastin û radestî polîtîkayên dijmin bûn. Niha jî ne xwe xwedî vîna azad in. Kapê wan di destê dagirkeran de ye. Ev hewldanên niha ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin jî ji ber vê polîtîkaya rajêriya wan a dagirkeran e. Xwestin giyana neteweyî û welatparêziya di nav civakê de heyî biqedînin. Niha ya ku giyana welatparêzî û yekîtiya neteweyî diparêze tenê PKK ye. PDK, li hemberî hewldanên dagirkeriya Tirkan di nav şaşitiyê de ye. Divê vê hewldanê qebûl neke û li hemberî wê raweste. “

‘AZADIYA KURDISTANÊ BI HEV RE TÊ PARASTIN’

Emîn, bang li gel jî kir û got; “Ev hewldana dewleta Tirk, ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û got ji bo parastina xak û çiyayên xwe divê tevahiya gelê me bi rext û çek xwe bixemlîne û li hemberî vê hewldana dagirkirinê li ber xwe bide. Banga min ji bo hemû gelê Başûrê Kurdistanê ye. Ez bi xwe jî amade me ku li hemberî dagikeriya Kurdistanê şer bikim. Kes nikare xaka Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî ji dagirkeran re pêşkêş bike.”