McGûrk, bi partiyên ku ji encamên hilbijartinê nerazîne re civiya

Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê ya DYA’yê Brett McGrûk, bi partiyên ku ji necamên hilbijartinê nerazîne re civiya.

Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê ya DYA’yê Brett McGrûk, ê li Silêmaniyê piştî ku bi Berpirsê Îstixbaratê û Hêzên Taybet ê girêdayî YNK’ê Lahor Cengî û Serokê Koalîsyona Edalet û Demokrasiyê Berhem Salih re hevdîtin kir û şûnde, bi partiyên ku ji necamên hilbijartinê nerazîne re jî bi civînekê li hev kom bûn.

Piştî diyarkirina encamên hilbijartinê û şûnde 6 partiyan bi sedema hîle û dek û dolaban anîbûn ziman ku divê hilbijartin ji nû ve were kirin. Nûnerên 6 partiyan diyar kiribûn ku heta daxwazên wan bê cih wê parlementerên hatine hilbijartin neçin Parlementoya Iraqê, bi rojan in nerazîbûnên xwe yên ji bo encamên hilbijartinên didomînin.

‘GIRÎNGE KU HÛN TEVLÎ PARLEMENTOYÊ BIBIN’

Brett McGûrk li Girê Zergete yê li navenda giştî ya Tevgera Goran bi Serokê Giştî yê Tevgera Goran Seyîd Alî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Selahaddîn Bahaddîn, Serokê Giştî yê Komela Îslamî Elî Bapîr û bi Serokê Koalîsyona Edalet û Demokrasiyê Berhem Salih re civiya.

McGrûk anî ziman ku partiyên ku ji herêma Kurdistanê tevlîbûna wan a ji bo parlementoyê girîng e.

Partiyên ku ji encamên hilbijartinê nerazîn e jî, nerazîbûn û bendewariyên xwe ji bo McGrûk re vegotin.