Maweya destgîrkirina endamên HDP’ê 4 rojan dirêj kirin

Li Dîlokê 57 endamên HDP’ê hatibûn destgîrkirin. Dadgehê maweya wan a destgîrkirinê 4 rojên din dirêj kir.

Polîsan di 11'ê Mijdarê de li Dîlokê bi fermana Serdozgerê komarê yê Dîlokê bi ser gelek malan de girtibûn û 57 endam û rêveberên HDP’ê destgîr kiribûn. 57 kesên hatibûn destgîrkirin piştî 7 rojan sewqî dadgehê kirin. Lê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar piştî li îfadeya wan guhdar kir maweya destgîrkirinê ya 57 kesan 4 rojên din dirêj kir.

,Ev kes hatibûn destgîrkirin: Mehmet Ozkan, Habat Gengeç, Cuma Alî Taşçi, Servet Bayram, Diyar Bayram, Şukru Ozalan, Mahmut Aycan, Durrî Kaygusuz, Azîme Balî, Halil Kiliç, Şefik Sondu, Şahin Demir, Nesîbe Çinar, Alî Yildiz, Îsmail Berkpınar, Mehmet Karayılan, Omer Faruk Koç, Sultan Bayındir, Hamza Bayindir, Cengiz Tunç, Zekî Demir, Faîk Dursun, Ramazan Kuas, Gulî Yaman, Salman Tutumlu, Muslum Kiliç, Mehmet Şahîn, Nuray Goktepe, Bedran Fermanoglu, Fatma Dîkîcî, Tahir Altug, Ahmet Îlbaş, Nafi Demîr, Abdullah Înce, Emin Kavak, Sedika Yaman, Kasım Şan, Bîrcan Demîr, Mehmet Çiftçî, Mustafa Yucel, Bekîr Emlik, Hatice Kuçuker, Îbrahim Kaya, Mustafa Tunç, Muslum Ozkan, Sultan Ozalp, Fatma Lebe, Abdurrahman Yalin, Erkan Şahîn, Erol Daşdelen, Ahmet Hartavi, Guler Erat, Muslum Şahinsoy, Emin Gumuştekin, Omer Gumuştekin, Serhat Yildirim û Suleyman Yagiz.