Mamosteyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxwaza mafê xwe kirin

Mamosteyên gelek bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hemberî yasayên cihêkar û ne adilane yên Îranê nerazîbûn nîşan dan û daxwaza mafên xwe kirin.

Ji ber binpêkirinên mafê mamosteyan, giraniya buhayê kel û pelan, meaşa kêm û yekdestkariya perwerdeyê, her wiha yasayên cihêkar, pêkneanîna proje yasaya rêzbendiya bi qasê 80% a desteya zanistî ji bo mamosteyên aktîf û bi daxwaza wekhevkirina maf ji bo mamosteyên xanenişînbûyî, nerazîbûnên mamosteyan didomin.

Îro mamosteyên bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên wek Kirmaşan, Merîwan, Seqiz, Hemedan, Xurrem Abad û Colfa li ser banga Encûmena Sendîkaya Mamosteyan a Îranê ku beriya niha kiribû, daketin qadan û bi mîtîngan nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Di mîtîngan de têkildarê siyasetên cihêkar, binpêkirina mafê mamosteyan, bicih neanîna daxwazên wan û çaresernekirina pirsgirêkên perwerdeyî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku 

Mamosteyan pankartên li ser hatibûn nivîsandin “Em ji cihêkariyê diêşin ne ji hejariyê, daxwaza me derbaskirina dihêkariyê ye”, “Perwerdeya bê beramber û baş mafê hemû zarokan e” vekirin û daxwaza bi cihanîna bêqusûr a proje yasaya rêzbendiyê kirin. 

Hêjayê bi bîr xistinê ye ku heya niha tu pêdeçûnekî yê rayedarên rejîma Îranê ji bo pêkanîna daxwazên mamosteyan pêk nehatiye.