Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Mamosteyên Şengalê: Bila Iraq bawernameyan bi fermî nas bike

Mamoste û şagirtên Şengalê dixwazin bawernameya wan ji hêla Iraqê ve bi fermî were naskirin.

Piştî fermana 3'yê Tebaxa 2014'an ya bi ser bajarê Şengalê û gundên derdora wê, teroristên DAÎŞ'ê  gelek ziyan gihandin derdorê, di nav van deveran de ku ziyan gihayî wan dibistan jî hebûn.  Ciwanên Şengalê piştî fermanê dibistanên xwe ava kirin, bi zimanê dayikê dest bi perwerdehiyê kirin. Ev dibistan ji hêla Iraqê ve bi fermî nayên naskirin.

Derbarê mijarê mamost Faris Êlîyas got, piştî fermana 2014'an wan ji bo ku zarokên xwe dûrî fikra terorê cîhadîst û DAÎŞ'ê bihêlin wan dest bi perwerdekirina zarokên Êzîdî kirine, bi zimanê dayikê pêvajoya perwerdehiyê dane destpêkirin.

Faris Êliyas  dibêje di van 4 salên dawî yên piştî fermanê li Şengalê û gundên derdorê 20 dibistana ava kirin, li van dibistanan 846 şagirt hene û 46 mamoste bi dildarî zarokan perwerde dikin û tenê saziyên civaka Êzîdî alîkarî bi wan re kirine.

Mamoste Êliyas dibêje heta niha hikûmeta Iraqê ti alîkarî nedaya wan û bawernameyên ku didin şagirtan jî bi fermî nehatine naskirin.

Mamoste Samîra Mihsîn jî bang li hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê kir ku bawernameyên wan bi fermî werin naskirin.

Samîra Mmihsîn diyar kir ew bi zimanê Erebî, Kurdî, Ingilizî zarokan perwerde dikin, dibistanên wan ne girêdayî ti partiyan in û armanca wan ew e ku tenê zarokan fêrî zimanê dayikê bibin.