Malên Kurdan ên li Kerkûkê tên şewitandin
Piştî ku artêşa Iraqê û komên çekdar ên ser bi wê ve êrîşî Kerkûkê kirin, malên Kurdan ên li Kerkûkê tên talakirin û şewitandin.
Piştî ku artêşa Iraqê û komên çekdar ên ser bi wê ve êrîşî Kerkûkê kirin, malên Kurdan ên li Kerkûkê tên talakirin û şewitandin.
Kurdistaniyê bi navê Şivan Karîza ku li taxa Feylaq a Kerkûkê dijî, anî ziman ku artêşa Iraqê û hêzên wê yên çekdar ew ji mala wî derxistine û piştre mala wî şewitandine.
Karîza diyar kir, ku roja artêşa Iraqê û hêzên wê yên çekdar êrîşî Kerkûkê kirin, em li gel hevser û zarokên xwe li malê bû û ji wan re gotine Ji vir derkevin û biçin." Karîza diyar kir, ku tevî hevser û zarokên xwe çûye Teqteqê.
Karîza ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku piştî rojekê mala wan hatiye şewitandin.
Karîza ragihand, ku ti sedem ji bo şewitandina mala wan nîne û wiha dewam kir: "Li malê tenê wêne hebûn. Eger ji ber wêneyan şewitandibe, lê ji bilî wê ti sedem tine ye. Ya jî dibe ku ji ber ku Kurd im şewitandibin."