Malbatên Roboskiyê qetlîama karkeran prostesto kir

Malbatên Roboskiyê qetlîama karkerên li Şirnexê protesto kir.

Malbatên Roboskiyê yên ku zarokên wan bi balefirên artêşa Tirk hatibûn qetilkirin, di hefteya 303’emîn de li goristanê hatin ba hev.

‘EM DÎSA HATIN CEZAKIRIN’

Velî Encû li ser navê malbatan axivî û diyar ku ew dîsa hatine cezakirin. Encu bertek nîşanî erêkirina cezayê Ferhat Encu da yê ku di qetlîamê de ji malbata wî gelek kes hatibûn qetilkirin.

‘ENCAMA POLÎTÎKAYA CEZANEDAYÎNÊ YE’

Encû di heman demê de nerazîbûn nîşanî serbestberdana polîsê ku li Silopî bi panzêrê ketibû malekê û bûbû sedema kuştina du zarokan jî da.

Encu di axaftina xwe bal kişand ser hilweşandina kana komirê ya ku 7 kes lê hatin qetilkirin û got: “Ev cînayetên kar, encama polîtîkayên cezanedayînê ye. Em sersaxiyê ji malbata van karkeran re dixwazin. Kes û saziyên ku bûne sebebên vê cînayetê divê werin cezakirin. Divê rayedarên dewletê demildest lêborîna xwe bixwaze.”