Malbatên Roboskiyê nerazîbûn nîşanî êşkenceya li Şapatanê dan

Malbatên Roboskiyê, lêgerîna xwe ya edaletê ya di hefteya 293’emîn de, nerazîbûn nîşanî êşkenceya li gundiyên Şapatanê hate kirin dan û gotin: “Bêedaletî gihişte astekî ku êdî sînoran nas nake.”

Lêgerîna edaletê ya malbatên 34 kesên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li gundê Roboskî yê girêdayî Qilaban a Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn, di hefteya 239’emîn de dewam dike.

Malbatên Roboskiyê yên ku li ser gorên xizmên xwe kom bûn, wêneyên xizmên xwe yên hatin qetilkirin hildan. Li ser navê malbatan Bûrhan Kaplan daxuyanî da, diyar kir ku ji ber aktivîte û daxuyaniyên bi armanca piştgiriyê cezayê girtîgehê li wan tên birîn û banga dawî anîna van zext û pêkanînan kir.

Kaplan destnîşan kir ku rojên heftiya borî li gundê Şapatan ê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemrêgê tîmên tevgera tabet êşkence li gundiyan kiriye û got: “Di van rojên ku bêedaletî gihiştiye askekî ku êdî sînoran nas nake, gelek şopên ku hatin dîtin bûyerên salên 90’î yên li Tirkiyeyê qewimîn anî bîra mirov. Êşkenceya li gundiyan hatiye kirin, rewşa dawî ya bêhiqûqî, bêedaletî û pêkanînên êşkenceyê yên Tirkiyeyê radixe ber çavan.”

Kaplan diyar kir ku piştgiriyê didin çalakiya Nobeda Wijdan û Edaletê ya ku HDP’yiyan li Wanê daye desptêkirin dikin, diyar kir ku divê her kes guh bide vî dengî.