Malbatên Roboskiyê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin

Malbatên 34 kesên ku di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskiyê ji ber bomberdûmana balefiran jiyana xwe ji dest dabûn, di hefteya 307’emîn a komkujiyê de daxwaza edaletê kirin.

Malbatên 34 kesên ku di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskiyê ji ber bomberdûmana balefiran jiyana xwe ji dest dabûn, di hefteya 307’emîn a komkujiyê de daxwaza edaletê kirin. Malbatên Roboskiyê li ser gora zarokên xwe hatin ba hev û daxuyaniyek dan. Li ser navê malbatan Serokê Roboskî-Der’ê Velî Encû axivî yê ku komeleya wan bi Biryarnameyên di hukmê qanûnan de (BHQ) hatibû girtin. Encû ji bo kesên ku di erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, sersaxî xwest.

Encû bal kişand ser parvekirinên nijadperest ên li tevnên civakî hatine parvekirin û got: “Em van kesên nijadperest şermezar dikin. Vê helwesta wan ti carî nayê qebûlkirin.”

Encû diyar kir ku ew ê têkoşîna wan bidome û got: “Ev 6 sal in em li ser gora zarok û birayên xwe têkoşîna edaletê dimeşînin. Ew ê vê têkoşîna me ya li hemberî bêedaletî û bêhiquqîyê heta dawiyê berdewam bike.”