Malbatên Roboskiyê lêgerîna xwe ya edaletê di hefteya 300’an de domandin

Malbatên Roboskiyê di hefteya 300’an a qetîamê de lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin.

Di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê balafirên şerî yên artêşa tirk gundî bombebaran kirin. Di bombebaranê de 19 jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest da. Malbatên 34 kesên ku di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 300’emîn de lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Malbat pankarta li ser “Ji bo Roboskiyê edalet, bila kiryar bên darizandin nivîsandî” û wêneyên xizmên xwe yên hatin qetilkirin hilgirtin û çûn goristanê.

Paşê li ser navê malbatan Velî Encû axivî. Encû bal kişand ser zor û zehmetiyên lêgerîna malbatan a ji bo edaletê. Encu wiha got: “Em gelek caran bi hêviya ku wê edalet cihê xwe bibîne em çûn ber deriyê meclîs û dadgehan. Ev doz tam 300 hefte ye ku di navbera hikûmet, meclîs, komîsyonên mafên mirovan, daraza sivîl û leşkeri û Dadgeha Destûra Bingehîn de diçe û tê. Lê belê di nav yekîtiya şermê ya hemûyan de li tarîtiyê hat binaxkirin. Dema raya giştî evqas guhndêr, edalet evqasî li gel bêcezatiyê û bêcezatî jî evqasî politikaya dewletê be, sala çûyîn van çaxan Vedat û Yilmaz Encû jî di heman rêyê de ji aliyê leşkeran ve hatin bombebarankirin û kuştin. 34’ê Roboskiyê bû 36.”

Encu , anî ziman ku heta ku berpirsiyarên komkujiyê yên wek kiryar tên nişandan lê nayên darizandin neyên cezakirin wê îdîaya hevrûbûna bi pêşeroj û hesabpirsîna ji darbekaran ne bawerker be. Encû wiha got: “Heta ku Roboskî neyê ronîkirin û tiştên hatine kirin bi awayekî zelal ji gel re neyên vegotin wê siyaseta Tirkiyeyê nebe siyaseteke sivîl û demokratik.”