Malbatên Roboskiyê: Hêrsa me her dem zindî ye!

Malbatên Roboskiyê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya lêgerîna edaletê domandin.

Li gundê bi navê Roboskiyê ya Qilabana bi ser Şirnexê ji ber bomberdûmana balefirên şer 34 kes hatibûn qetilkirin. Malbatên van 34 kesan di hefteya 308’an de jî li ser goristanê hatin ba hev.

Li ser navê malbatan Velî Encu axivî û diyar kir ku daxwaza wan a edaletê bêbersiv dimîne û sozên ku tên dayîn, nayê bicihanîn. Encu kesên ku ‘di qedexeya derketina derve de’ hatibûn qetilkirin, bi bîr anî û got: “Heta ku berpirsên van êşan neyên cezakirin wê hêrs û êş her dem zindî be û ew ê tu carî neyê jibîrkirin. Nîvê welat goristanên windayan e. Li welatê ku kuştinên ne diyar normalîze dibe û ji bo tu cinayetê hesap nayê pirsîn, pêkanîna edaletê xeyalek e.”

‘GELO JI BO FERHAT ENCU TALÎMAT HATE DAYÎN?’

Velî Encu nerazîbûn nîşanî cezayê li parlementerê HDP’ê Şirnexê Ferhat Encu hatiye birrîn da û got: “ Cezayê ‘propagandaya rêxistinê’ kirine ‘endamtiya rêxistinê’. Ev skandal e. Xala zagonê di vî warî de gelekî zelal e. Gelo ev tişt bi talîmata hin kesan pêk hat? Em ê ji bo Ferhat Encu jî têkoşîna xwe ya edaletê pêk bînin. Hûn bi bombeyan qetil bikin, biavêjin girtîgehan jî, wê têkoşîna me ya lêgerîna heq û edaletê, heta dawiyê bidome.”