Malbatên Roboskiyan li ser goristanê kom bûn
Malbatên Roboskiyan, ji bo zarokên xwe bibîr bînin li ser goristanê kom bûn û daxwaza edaletê kirin. Malbatan daxwaz kirin ku yên hatine girtin jî bên berdan.
Malbatên Roboskiyan, ji bo zarokên xwe bibîr bînin li ser goristanê kom bûn û daxwaza edaletê kirin. Malbatan daxwaz kirin ku yên hatine girtin jî bên berdan.
Malbatên Roboskî ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê ku 34 xizmên wan di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê bajafirên şer ên artêşa tirk ve hatibûn qetilkirin di hefteya 261'emîn a qatlîamê de li goristana gund hatin cem hev. Li gel hewaya sar malbatên ku li goristanê hatin cem ev dua kirin û gorên zarokên xwe himêz kirin.
Piştre di daxuyaniya hevpar de Zîlan Encu axivî û bibîr xist ku li ser qatlîamê 5 sal derbas bûye û wiha axivî: "Ji guhên me dengê balafirên ku wê şevê erş û ezman hejand û zarokên me parçe kirin neçûye. 34 kes, 34 sivîl, 34 bedenên parçekirî, bi dehan hêstirên ku hatin kuştin, erzaqên li der û dorê belav bûye."
Encu diyar kir ku ligel ku kiryarên qatlîamê tên zanîn jî nedarizandina wan tê wateya xwedîlêderketina qatlîamê û ji wê demê heta niha ve malbat tên cezakirin.
Encu xwest ku parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu yê girtî, Velî Encu, Taybet Encu, Yannis Vasilis Yaylali, Meral Geylanî, Ubeydullah Encu û Hîkmet Alma yên di bin çavan de ne, bên berdan.