Malbatên Roboskî serdana goristanê kirin

Malbatên Roboskî çûn serdana serdana gorên kesên di Komkujiya Roboskî de hatin qetilkirin.

SERDANA GORISTANÊ

Di salvgera 13'emîn a komkujiya Roboskî de ku 34 kes bi bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk hatin qetilkirin, malbatên qurbaniyan serdana goristanê kirin. Malbatan serê sibehê berê xwe dan goristanê û serdana gorên qurbaniyan kirin. Malbatên ku kincê reş li xwe kirine bi wêneyên zarokên xwe yên hatin qetilkirin, li ser gorên wan dua kirin.

Malbatan lokum û şekir li mirovan belav kirin ku serdana goristanê kirin.

Bîranîn wê bi daxuyaniya çapemeniyê destpê bike ku Hevserokên DBP û DEM Partiyê wê tevlî bibin.