Malbatên Roboskî: Ji bo zarokan daxwaza edaletê dikîn

Malbatên Roboskiyan, di hefteya 340’î de jî daxwaza edaletê kirin. Malbatên ku wêneyên zarokên kuştî û winda rakirin gotin: “Ji bo hemû zarokên ji ber îhmal û destdirêjiyê dibin qûrban daxwaza edaletê dikin.

Malbatên 34 kesên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagiker de li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Şirnex a Qilabanê hatin qetilkirin, di hefteya 340’î de li ser gora zarokên xwe hatin ba hev. Li ser navê malbatan Berîvan Encû axivî.

Encû got: “Rojên borî 25’emîn salvegera Qetlîama Madimakê bû. Êşên me mezin in. Dibe ku dîrok, roj, ziman û nîjadên van êşan cuda be. Lê mîna Roboskiyê Madimak jî êşa me ya hevpar e.”

Encû got: “Divê îxlalkirina mafê jiyanê yên zarokên li Roboskî, Gezî, Cizîr, Silopiuya ji nedîtî ve neyê. Em her hefteyê mîna zarokên xwe yên hatine bomberdûmankirin, ji bo hemû zarokên bi îhmal û destdirêjiyê dibin qûrban daxwaza edaletê dikin.”