Malbatên Roboskî: Em di berxwedana xwe de bi israr in

Malbatên Roboskiyan di hefteya 327’an de çalakiya xwe ya lêgerîna edaletê, berdewam dike. Malbatan gotin, ji bo ku zilm û bêedaletî neyê dubare kirin,wê di berxwedana xwe de heta dawî bi israr bin.

Malbatên 34 kesên di encama bomberdûmana balafirên şer ên li gundê Roboskî ya navçeya Qilaban a Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn di hefetya 327’an de li ser gorên xizmên xwe kom bûn. Xuşka Şivan Encû yê di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabû Dîlan Encû li ser navê malbatan daxuyanî da.

Encû ya ku li ser agahiyên li ser qetliamê yên heta roja îro derketî axivî wiha got: “Herî dawî di nivîsên di navbera emniye, MÎT, Serfermandariya Giştî û Serdozgeriyê de, me zanî ku MÎT’ê ji beriya qetlîamê rapor amade kiriye. Tevî vê necezakirina tu kesî, em baş dizanin ku tê çi wateyê.”

Encû bal kişand ser parastina erkdarên dewletê yên mafê mirovan binpê dike û got: “ji bo ku zilim û bêedaletiya li Roboskiyê neyê dubare kirin, em ê di berxwedana xwe de heta dawî bi israr bin.”