Malbatên Roboskî: Edalet û demokrasî  nemaye!

Malbatên Roboskî yên di hefteya 349’an a lêgerîna xwe ya edaletê de daxuyanî dan, bal kişandin ku êş û rondikên çavan bi salan in dibar e û gotin: “Edalet û demokrasî nemaye!”

Malbatên 34 welatiyên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê de hatibûn qetilkirin bi boneya hefteya 349’an a edaletê daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya nivîskî ya ji ber konê sersaxiyê yê  gerîlayê HPG’ê Remezan Tosûn ê beriya demekê şehîd bibû li gund hatibû danîn, hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Roboskî êş û rondikên çavan dewam dike. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Li heberî sekin û nobeda edaletê ya me ku bi salan e dom dike her tim guhê xwe girtin. Dosyaya ku Enqerê digot wê neyê ji windakirin, bi temamî hatiye girtin.  Têgihên mîna demokrasî, azadî, wekhevî û edalet nemaye.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser rewşa welat a ku ber bi zinaran ve tê kaşkirin û wiha pêde çû: “Em ê timî rasî û şaştiyên we li nav çavên we bidin. Em nabin temaşevanên kiryarên we, em ê li pêşî bibin asteng. Em ê tim li dijî vê bêedaletiya ku hûn dixwazin bisepînin me têkoşîn bikin. Em heta dawî dev ji daxwaza anîna cih a edalet, hemû aliyê qetlîamê bên diyarkirin û ceazakirina berpirsyaran bernadin.”