Malbatên girtiyan kampanya dane destpêkirin

Malbatên girtiyan serî li wezaretê, Meclîsê û CÎMER'ê dan û diyar kirin vîrûsa koronayê gefê li girtîgehan dixwe û xwestin ku girtîgeh werin valakirin.

Federasyona Komeleya Hiqûqî û Piştevaniyê ya Medê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan (MED TUHAD-FED) li ser gefa vîrûsa koronayê ya li ser girtîgehan kampanyayek dane destpêkirin.

Malbatên girtiyan daxwaznameyên bi çarçoweya kampanyayê ji Wezareta Dadê ya Tirk û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsa Tirk re dişînin.

Di daxwaznameyan de tê xwestin ku verastkirina yasayî her kesî vehewîne, tevdîr werin standin û hemû girtî werin berdan.

Di daxwaznameyê de hate xwestin berdana bir şert û dema serbestiya bikontrol bêyî ku ti cihêtî were kirin ji bo hemû sûcan weke hev be, girtiyên ku temenê wan di ser 60'î re, ên bi nexweşiyên kronîk û dayikên li gel zaarokên xwe girtî û du canî bikaribin li malê cezayê xwe bibînin û bi vê çarçoweyê pênaseya yasayeke taybet a mîna lîderê rêxistinê neyê kirin, bêyî cihêtiyê ji bo her kesî were bicihanîn.

Di daxwaznameyê de her wiha hate xwestin ji bo li girtîgehan kesek nemire, li ser mijara tevdîrên alternatîf biryar ji dadgehên xwecih re were hiştin û hate gotin, ''Em dixwazin hemû girtî û cezaxwarî werin berdan.''

SERÎ LI CÎMER'Ê JÎ DAN

Her wiha bi çarçoweya xebata MED TUHAD-FED'ê malbatên xizmetên girtiyên li Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) dan.

Di serlêdanê de hate gotin li Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê malzemeyên paqijiyê nayên belavkirin, bi pereyan jî nadin girtiyan, li girtîgehan xebatên paqijiyê nayê kirin, xwarina ku didin girtiyan jî ne paqij e, ava germ nadin girtiyan û girtiyên bi nexweşên kronîk jî nayên tedawîkirin. Di serlêdanê de hate gotin,''Em dixwazin girtiyên li Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê, heta ku gefa vîrûsa koronayê rabe, werin berdan.''

Ronda Bat, xwîşka Rojhat Bat, ku ev 3 sal û nîv in li Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê girtiye, ji malbatên girtiyan xwest ku ew jî daxwaznameyan bidin, daxwazname mafê wan ê yasayî ye.