Malbatên Şehîdên Şengalê: Egîd Civyan derwêşê çiyayê Şengalê bû

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê fermandar Egîd Civyan bi bîr anî û diyar kir ku heta misogeriya Xweseriya Şengalê wê şopdarên şehîdan bin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê fermandar Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) bi bîr anî.

Di destpêka daxuyaniyê de di şexsê Egîd Civyan de şehîdên fermanê û şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn û sersaxî ji malbata Egîd Civyan re hate xwestin.

Saziyê diyar kir ku ew bi şehadeta fermandar Egîd Civyan gelekî êşiyane û wiha dewam kir: "Di fermana 3 Tebaxa 2014’an de yên qaşo Şengal diparastin em di nava qirkirinê de hiştin û reviyan. Lê yên weke hevrê Egîd berê xwe dan çiyayê Şengalê û ji bo azadiya gelê Şengalê û rizgarkirina Şengalê têkoşîn û kedek mezin dan. Hevrê Egîd yek ji wan kesan bû ku destpêkê xwe gihand hewara jin, zarok û gelê Êzidî. Şehîd Egîd ne tenê Şengal rizgar kir û gelê Ezidî ji qirkirinê rizgar kir. Di heman demê de ji bo gelê Ezidî bibe xwedî hêz û rexistin gelek ked û têkoşîn da."

Daxuyaniya saziyê wiha dewam kir:

"Têkoşîna wî ya 3 salên ku li Şengalê daye ne tenê bi hewara me hat. Di heman demê de gelê Êzidî kir xwedî, vîn, rexistin û heza xwe ya parastinê. Em bi keda hevrê Egîd îro xwedî hêz, rexistin, parastin in û em êdî ne gelê beriya fermanê ne. Bi saya keda hevrê Egîd li Şengalê daye em  xwe birêve dibin û xwe diparezin. Bi vî awayî bû Derwêşê çiyayê Şengalê. Hevrê Egîd bi fedakariyek, kedek mezin û werekî gelê me ji destê hovên çeteyên DAÎŞ rizgar kir.

Bi fermandariya hevrê Egîd gelê Êzidî û bîr baweriya Êzdiyatî tunê nebû û planên dijmin pûç bûn. Çiya û gelê Êzidî ji dorpêça dijminên civaka Êzidî rizgar bû. Dema Şengal rizgar bû û dema şerê rizgarkirina Şengalê de jî hevrê Egîd bi taybetî bi perwerdekirina civaka Ezidî jî ked da. Bi vê keda wî û keda şehîdên rizgarkirina Şengalê civaka Êzidî xwe û heza xwe nas kir û xwe rexistin kir. Hevrê Egîd ne tenê di aliyê leşkerî de fermandar bû. Di heman demê de jî rexistinkirina gelê Êzidî jî xwedî kedek mezin bû. Rêya ku nîşanî me dida xwedî ked û axa xwe derketin bû.

Egîd ê çiyayê Şengalê hevrê Egîd Civyan jî li kêleka Mamê Êzidxanê Zekî Şengalî ji bo tifaq û yekbûyîna civaka Êzidî gelek kar kir. Ji bo gelê Êzidî bibe tifaq, Şengal bibe yên Şengaliyan, ji bo xweseriya Şengalê kelî bi kelî xebat dida meşandin. Di Jiyana xwe ya şoreşgerî de xwedî kesayetek şoreşger, wêrek, bîr û bawerî bû. Bê ferq û cudahî têxe nava gelan ji bo azadiya gelan jiyana xwe fedayî têkoşîna gelên azadîxwaz kir. Bi vê ked û seknê hevrê Egîd di nav dilê civaka Êzidî de cihe xwe girt û bû Egîdê gelê Şengal û çiyayê Şengalê. Em ê li ked û rêya Egîdan xwedî derkevin û pê şopa wan bin. Mîrasa ku ji me re hiştiye em ê dewam bikin û heta misogeriya xweseriya Şengalê bi dest bixin em ê şopdarên rêya şehîdan bin. Em careke din hevrê Egîd bi mînetdarî bi bîr tînin û ji malbata wî re sersaxiye dixwazin."