Malbatê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Denîz Hêlîn wergirt

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Denîz Hêlîn yê ku di 12'ê Adarê de di êrîşeke hewayî de şehîd bû, ji aliyê malbatê ve hat wergirtin.

Di 12'ê Adarê de li herêma Omeriya ya Mêrdînê di êrîşeke hewayî de 3 gerîlayên HPG’ê şehîd bibûn. Cenazeyê her sê gerîlayên HPG'ê di 29'ê Adarê de li goristana bêkesan a Goristana Bajêr a Kamorê ya li navçeya Artûklûyê hatibûn veşartin. Piştî ku encamên DNA'yê yên malbatan li hev derketin, hat diyarkirin ku ji wan yek jê Alî Akdogan (Denîz Hêlîn) ê ji Wanê û Îshak Çekîn (Egîd Cûdî) ê ji Rihayê ye.

Piştî vê malbata Alî Akdogan ji Wanê hat Mêrdînê û ji bo wergirtina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da. Piştî serlêdanê malbatê cenaze ji goristana bêkesan wergirt û bir Wanê.