Malbatan cenazeyên gêrîlayên YJA Starê Şahîn û Ayhan girtin

Cenazeyên gêrîlayên YJA Starê Gulistan Şahîn (Dîren Avent) û Hûnav Ayhan (Hêvî Herekol) ên ku di şerê li Mêrdînê de şehîd bûyîn û li Goristana Bêkesan hatibûn veşartîn, radestî malbatan kirin.

Cenazeyê 2 gêrîlayên YJA Starê yên şerê li derdora Mêrdînê derketî de şehîd bûyî û li Goristana Bêkesan veşartîn, ji aliyê malbatên wan ve hatin girtin.

8’ê Tebaxê li Taxa Şêbêya girêdayî navçeya Şemrex û li herêma Eyndîlbê ya di keve navbera gundikê Kanî Elî û Taxa Şêba Jêr a girêdayî navçeya Dêrika Mêrdînê qedexeya derketina ji der ve hatibû îlankirin û şer derketibû. Cenazeyê 2 gêrîlayên YJA Starê ku di şerê qewimî de şehîd bûyîn, li Goristana Bêkesan hatibû veşartin. Bi lihevhatina nimûneya xwîna malbatan dayî hate tesbîtkirin ku Gulistan Şahîn (Dîren Avent) û Hûnav Ayhan (Hêvî Hereko) in.

Cenaze piştî diyarbûna nimûneyên DNA’yê, di bin çavdêriya hêzên dewletê de ji Goristana Kamor a li navçeya Artuklu hatin derxistin û radestî malbatan kirin.

Cenazeyê Gulistan Şahîn (Dîren Avent) li gundê Tûmik (Baltepe) ê girêdayî Sera Mexînaya Wanê, cenazeyê Hûnav Ayhan (Hêvî Herekol) jî wê li navçeya Berwariya Sêrtê were veşartin.