Malbata Tekîn piştî 8 mehan cenazeyê Pîrdogan girt
Cenazeyê Selîm Tekîn, bi nasnav Mazlûm Pîrdogan, ku 15’ê Nîsanê li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 8 mehan cenazeyê wî dane malbatê û li Qoserê hate veşartin.
Cenazeyê Selîm Tekîn, bi nasnav Mazlûm Pîrdogan, ku 15’ê Nîsanê li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 8 mehan cenazeyê wî dane malbatê û li Qoserê hate veşartin.
Selîm Tekîn (Mazlûm Pîrdogan) ku 15’ê Nîsanê li Nisêbînê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wî yê ku meha Gulanê hatibû derxistin, piştî 8 mehan hate teşxîskirin. Cenazeyê ku ev 8 meh in li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê dihate sekinandin, 25’ê Kanûnê hate teşxîskirin û radestî malbatê kirin. Selîm Tekîn li goristana taxa Turgut Ozal, li cem birayê wî yê HPG’yî Suleyman Tekîn hate veşartin, ku Suletman Tekîn 20’ê Tebaxê, li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû. Di merasîma cenaze de li gel malbatê bi sedan kes amade bûn.
Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê yê Qoserê Fettah Tekîn ku 21’ê Mijdarê hatibû girtin, tevlî cenazeyê kurê xwe nebû.
Piştî wecîbeyên dînî hatin bicianîn, deqeyekê rêz hate girtin û dirûşmên, ’’Şehîd namirin’’ hatin berzkirin.
Piştî ku gel belav bû, Gurbet Tekîn hate ser gora kurê xwe û bi lorîkan got: ’’Îşev tu yê bibî mêvanê Suleyman. Tu êdî li cem birayê xwe yî, kurê min. Hûn emanetê hev in kurê min’’
Li Taxa Sanayiyê konê sersaxiyê hate danîn.