Malbata Qasim mala Êzidiyan xera kir

Li bajarê Şengalê bi giştî 7 kom û 2 hêz hene. Gelo van koman heta niha ji bo rizgarkirin an jî parastina Şengalê çi kirine û di encamê de çiqasî Şengal parastin e? Civaka Êzidî dibêje "pêwîste em mîna berê carek din di bin dara Zivingê de kom bibin."

Bajar an jî herêma Şengalê ji aliyê erdingarî ve girêdayî Mûsil-Iraqê ye. Her çiqasî  ji sala 2003'an ve PDK an jî hikukmeta Herêma Kurdistanê dixwaze li gorî maddeya 140  a Iraqê Şengal, Kerkûk, Xaneqîn, Celawla û  Mexmûr ser bi herêmê ve girê bide jî ev hewldanên wan vala derketin. Dema Mesûd Berzanî 2003'an wekî Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê hate hilbjiartin yekemîn soza wî ew bû van herêman girêdayî Başûrê Kurdistanê bike. Lê heya roja me ya îro jî ev soz an jî biryara xwe nekarî bide pêk anîn. Ji bo wê her tim Şengal girêdayî kêye an jî kê ji parastinê wê berpirsyare bi awayekî ciddî ne Iraq û ne jî Başûrê Kurdistanê xwedî lê derket. Îspata vê jî fermana 73'an a 3'ê Tebaxa 2014'an e. Dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê pêk hat, Şengal ne bû ya kesekî ango bê xwedî ma.

3'ê Tebaxa 2014'an dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşê Şengalê kirin, 5 hezar leşkerên Artêşa Iraqê û 12 hezar Pêşmegeyên PDK'ê û bi hezaran çekên giran di hundirê Şengalê de hebûn. PDK'ê ev çekên xwe yên giran hemû bi xwe re ji Şengalê derxistin. Lê mixabin guleyek jî ji bo parastina gelê Şengalê ne teqand. Ev jî bû sedem ku bi hezaran mirovên Êzidî werin qetilkirin, dayik û jinên Êzidî di bazaran de werin firotin. Komkujiya herî ber bi çav li gundê Koço hate kirin, ku kesek nekarî xwe ji gund rizgar bike. Bi temamî şêniyên gund Koço hatin kuştin. Yên sax man jî, çeteyan ew revandin û dan bikaranîn.

Di wê dema ku gel li ber çavê cîhanê dihat qetil kirin gerîlayên HPG-YJA-STAR û şervanên YPG'ê yên kabûsa çeteyên DAIŞ'ê ne berê xwe dan Şengalê. Beriya 3'ê Tebaxê 12 gerîlayên HPG-YJA-STAR weke destana Dewrêşê Evdî û Edûlê çawa Derwêş û 11 siwariyên xwe li hemberî hezaran dijminê xwe şer kirin, van 12 gerîlayan jî li gorî wê wateyê û heman rol ji bo rizgar kirina gelê Şengalê girt ser milê xwe. Ji bo wê jî ev 12 gerîla wekî 12 siwarî tên binav kirin û nas kirn. Dema ku hemû hêzên çekdar ji Şengalê direviyan van 12 siwaran sînga xwe ji bo parastina Şengalê kirin mertal. Her çiqasî civaka Êzidî gerîla nas nedikirin û ji nêz ve ne ditîbûn jî, lê ya bala wan dikişand hêzên ku gelê Şengalê heya kêliya dawî baweriya xwe dabûn wan ji Şengalê reviyan, van 12 siwariyan berevajî wê ber bi dijmin ve diçûn. Ev jî bû sedem ku civaka Êzidî carek din bawerî bi van 12 siwariyan bîne. Lê beriya ku ev 12 siwarî bikevin nava tevgerê ji wan ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin. Ango êdî ne 12 siwarî tenê 9 siwarî xwestin carek din li deşta Mûsilê û li ser rêzeçiyayên Şengalê destana Derwêşê Evdî carek din zindî bikin. Tenê çeka van 9 siwariyan klêş û fedekariya wan bû. 

YEKÎNEYÊN BERXWEDANA ŞENGALÊ (YBŞ)

Piştî ku gel xwe gihand çiyayê Şengalê ku her fermanê de bûye stargeha parastina civaka Êzidî vê carê jî hembêza xwe ji gelê xwe re vekir. 9 siwariyan cihên herî stratejîk ji bo ku çete nekevin çiyê, parastin. Mirovên Êzidî yên bi çek û yên ku çekên wan nebûn ji bo carek din erkê xwe yê dîrokê pêk bînin mil dan milê siwariyan û ketin çeper û xeta berxwedanê. Ev kesên ku wê demê mil dan milê siwariyan biryar dan ku hêzek wan a parastinê ya ji ciwan Êzidî ava bikin. Di Îlona 2014’an ango hîna mehek  ser fermanê re neçû hêza xwe ya Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ’ê) ava kirin. Êdî ciwanên Êzidî yên ku ji hêzên derve bê bawerî mabûn berê xwe dan nava refên YBŞ’ê. YBŞ dema hate avakirin diyar kirin bersiva fermanê ye û ew ê bi bedana xwe fermanan êdî bidin rawestandin. Gelo çima YBŞ hat ava kirin? Civaka Êzidî di nava çend seatan de ji aliyê hezaran çekdar ve bê parastin hiştin û gel di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de hiştin. Civaka Êzidî ku bi salane ji bo PDK’ê û Iraqê bûn leşker dîtin kesek ê wan biparêze û xwedî li namûsa Şengalê derkeve tine. Çawa Barzanî beriya fermanê çend rojan derket ragihandinê û diyar kir ku Şengalê namûsa wî ye, lê di şevekê de bê ku agahî bide namûs hişt û pey xwe jî mêze nekir. Lewra jî YBŞ ji neçarî hate avakirin. Ji bo ku ciwanên Êzidxanê bi destê gel û axa xwe biparêze û rastî ti xapandin neyê ev biryara YŞB'ê hate dayin

YEKÎNEYÊN JINÊN ŞENGALÊ (YJŞ)

Di dema fermanê de yên herî zêde hatin kuştin û revandin weke her carê jinên Êzidî bûn. Tenê ser xatirê ku nekevin destê çeteyan û baweriya Tawusê Melek neguherin bê ku dudil bibin bi sedan jin xwe ji zinaran avêtin. Jinên êzidî yên dîl hatin girtin jî di sedsala 21’an ya ku bi navê mirovahî û demokrasiyê tê bi nav kirin di bazaran de hatin firotin. Ji ber ku sîstemê wisan bi jinên Êzidî kiribûn ne îrade û ne jî bawerî hiştibûn. Dema ku siwarî hatin û di nava wan de jin jî li hemberî çeteyan bê tirs ketin çeperan, ev bi xwe hêviyek dan jinên êzidî. Dema ji bo rizgarkirina gel û vekirina Koorîdora Mirovahiyê şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berê xwe çeteyan. Êdî jinên êzidî ji vê bawer bûn ew jî dikarin mîna van jinan bikevin çeperên berxwedanê. Lewra jî jinên Êzidî sala 2015'an de biryar girtin ku Yekîneyên Parastina Jinên-Şengalê (YPJ-Şengal) ava bikin. Piştî wê demekê navê xwe guhertin û kirin Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) e.  YJŞ’ê wê demê diyar kirin wan ji tolhildana jinên êzidî yên dîl hatine girtin û di bazaran de tê firotin biryara artêşbûnê dane. 

Heya niha YBŞ û YJŞ’ê bajarê Şengalê, bajarokê Xanesorê, gundê Dohula, Boruk, Digurê, Barê, Kersê, Çilmêran, Behreva, Medîban, Kolik, Xeyalê, Sikêniyê, Cîdalê, tevahî çiyayê Şengalê û rêya bajarê Şengalê û Reqa rizgar kirine. Her çîqasî niha hinek li cih û gundan hêzên cûda hebin jî lê YBŞ-YJŞ’ê ev gund û bajarok ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin e. 39 km çeperên YBŞ-YJŞ’ê beramberî çeteyên DAIŞ’ê hebûn. Heya ku Heşd El-Şe’hbî hat vê herêmê. 11 mehan HPG, YBŞ’ê sîng bi sîng li bajarê Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kir. 

KOMA ŞÊX XEYRÎ

Ev ne wekî hêz lê erebî dibêjinê ceme'at wekî kom bû. Berpirsê vê komê jî Şêx Xeyrî bû, yê ku ji mala Şêx Xidir bû. Êzidiyên ji eşîra Qeyranî yên ji gundê Siba Şêx Xidir kom bibûn. Di dema fermanê de bi derfetên xwe yê şexsî kom ava kirin û cihê xwe li gel Quba Şêşems  girtin. Têkiliyên wan bi HPG û YBŞ'ê re hebûn. Vê komê parastina sedan Êzidiyên gundên Siba Şêx Xidir, Sikêniyê, Xeyalê, Cîdalê û hwd kirin û gel gihandin geliyê Şilo (Geliyê Şehîdan) yê çiyayê Şengalê. Demeke dirêj wekî hêzek hevbeş bi HPG û YBŞ'ê re dijî DAIŞ'ê şer kirin. Dema ku geliyê Şîlo ji çeteyên DAIŞ'ê di hate paqij kirin, bi hewanek a çeteyên DAIŞ'ê birindar dibe. Ji ber ku hemû rêyên derketina Şengalê girtibûn û derfetên tendirûstî nebûn, rexmê hemû mudexeleyan jî Şêx Xeyrî nikarin xilas bikin û şehîd dikeve. Piştî şehîd dikeve HPG û YJŞ'ê helikopterê eyar dikin û cenazeyê Şêx Xeyrî dişîn herêma Şêxan li ber cihê herî pîroz ê Êzidiyan li Laleşê tê oxirkirin. Piştî ku Şêx Xeyrî şehîd dikeve, êdî ji nava koma wan ê ku karibe rêbertiyê bike û komê bi rê ve bibe namîne. Ev kom belav dibe. Hinek ji vê komê tevlî nava refên YBŞ'ê dibe. Heya niha jî dijberî PDK'ê ne û xwe girêdayî PDK'ê ne dibînin û ne jî qebûl dikin. Hezîrana 2016'an çeteyên DAIŞ'ê êrîşê koma Şêx Xeyrî dikin û ev êrîş ji aliyê komê ve tê bê bandorkirin. Niha berpirsê komê birazê Şêx Xeyrî yê bi navê Merwa ye.

QASIM ŞEŞO

Dema ku siwarî û gelê Êzidî di çeperan de bûn û heya YBŞ'e jî hate ava kirin Qasim Şeşo digot, "me gelê Êzidî hêza xwe ya YBŞ'ê ava kiriye", xwe wekî fermandarekî YBŞ'ê dida nas kirin. Disa sala 2014'an de Barzanî bi Fermandarê Giştî yê HPG'ê Mûrat Karayilan re kete nava têkiliyê û ji HPG'ê xwest ku ew ê jî komek pêşmerge bişîne Şengalê, lê bila HPG'e wan biparêze. Wê demê ev koma pêşmergeyên PDK'ê bi rêya helîkopterê anîn çiyayê Şengalê. Li kêleka HPG'ê bi cih bûn. Heya rizgarkirina bajarê Şengalê jî çeperên pêşmergeyan li gel gerîlayên HPG'ê bûn. Lê piştî ev komên pêşmergeyan hatin Qasim Şeşo ji YBŞ'ê qut bû û xwe bi ser navê pêşmergeyan bi nav kirin. Êdî Şeşo bi temamî ji aliyê biryar dayin, maddî û çek ve ser wezareta Pêşgermeyan ve hate girêdan. Hêza Şeşo nêzî 12 hezar pêşmergeyên ku hemû eslê xwe Êzidî ne, heye. Navenda wan jî li gund an jî mezargeha Şerfedîn e. Qasim Şeşo yek ji wan kesane ku dema HPG, YJA-STAR, YPG û YPJ'ê Koorîdora Mirovahiyê vekirin di wir de canê xwe xilas kir. 

Heya niha ti gund û ti herêmên Şengalê ji aliyê Qasim Şeşo ve ne hatiye rizgar kirin. Tenê ev 12 hezar pêşmerge parastina berjwendiyên wî yê şexsî dikin. 

HÊZÊN PARASTINA ÊZIDXANÊ (HPÊ)- HEYDER ŞEŞO

Piştî ku beşek bajarê Şengalê ji aliyê HPG, YBŞ'ê ve hate rizgar kirin, Heyder Şeşo wê demê hate gel Fermandarên YBŞ'ê  hevdîtin çêkir û diyar kir ew ê jî hêzek ava bike, bi YBŞ'ê re hevbeş gundên ku destê DAIŞ'ê de ne rizgar bikin. Piştî demekê hêza Heyder bû nêzî 4 hezar. Lê her leşkerek Heyder çekên xwe, xwarin û nivînên xwe yên xewê ji mala dîtin. 2015'an ji aliyê asayîşa PDK'ê ve li bajarokê Sêmêlê yê Dohukê hate girtin. Derdora 20 rojan girtî ma. Beriya ku were berdan daxuyaniyek da çapemeniyê û Heyder diyar kir ku ew dibin ferman û tehlimatên Herêma Kurdistanê de bin. Dema wisa got êdî hêdî-hêdî leşkerên wî ji HPÊ qut bûn. Piştî demekê jimara leşkerên Heyder bû nêzî hezar kesî. 13'ê Adar 2017'an bi awayekî fermî Heyder ragihand ku hêza wî êdî girêdayî wezareta Pêşmergeyan e. Her çiqasî navê hêza xwe kiribe Êzidxan jî, taybet piştî herdu daxuyaniyên dan, civaka Êzidî jê qût bû, niha jî civaka Êzidî jê bawer nake. 

Heyder Şeşo heya niha li ti cihî ne ketiye nava şer û gundekî Şengalê jî ji çeteyan rizgar nekiriye. 

QASIM DIRBO 

Di dema fermanê de Qasim Dirbo nêzî 20 kes ji malbata xwe li derdora xwe kom kir û xwe wekî hêz da naskirin. Her çiqasî xwe bi hêz ragihandibe jî lê leşkerên wî bi şervanên YBŞ'ê re nobed digirt û diçûn çalakiyên dijî DAIŞ'ê. Piştî ku 2014'an pêşmergeyên PDK'ê hatin Şengalê xwe li ser navê pêşmergeyan qeyt kir. Niha xwe wekî foc (tûgay) bi nav kiriye û hêza wî derdora 80-100 kesî ne. 

QASIM SIMÊR

Piştî fermanê çû Başûrê Kurdistanê, li tevlî weşana qenaleke televîzyonê ya PDK'ê bû, koorîdora HPG-YPG ve hatevekirin înkar kir û got, ew koorîdor ji aliyê pêşgermeyan ve hatiye vekirin. Piştî wê bi demekê vegeriya Şengalê û cihê xwe di nava koma Qasim Şeşo de girt. Heya niha jî li gel Qamiş Şeşo ye û wekî berpirsê fac (tûgay) tê nas kirin. Simêr bi xwe ti hêz û kes derdora xwe kom ne kiriye, hatiye tevlî Qasim Şeşo bûye. 

QASIM ŞIVAN

Beriya fermanê ku kar û rêxistina wî nebû. Di dema fermanê de kurê wî Azad Qasim tevlî nava refên YBŞ'ê dibe. Komek 40-50 kes ava kir û nêzî YBŞ'ê bû. Gelek caran cebxaneya xwe ji YBŞ'ê digirt. Çend caran bi YBŞ'ê re ev kom tevlî çalakiyên dijî çeteyan jî dibin. Wek kom jî çend caran çalakiyên serbixwe dijî DAIŞ'ê pêk anî. Pêşmerge dema piştî fermanê carek din hatin Şengalê daxwaz ji Qasim Şivan kirin ku bi koma xwe re re tevlî pêşmergeyan bibe, lê Şivan vê red dike û diyar kir kesên gelê me firotibe navê min gel wan tine. Heya 2017'an jî serbixwe kar kir û ne girêdayî ti hêz û aliyan bû. Dema Heşd El-Şehbî hate Şengalê bi koma xwe re re tevlî wan dibe. Heya niha jî gel wan e. 

XELEF MURAT ITO

Beriya fermanê cihê xwe li gel Tevgera Êzidiyên Demokrat û Azad (TEVDA) digirt. Kurê wî Raîd jî şofêrê TEVDA bû. Xelef Murad di gelek cih û civatan de dijbertiya xwe ya bi PDK'ê re di aniya ziman. Piştî fermanê komek wî 20-30 kesî hebû. Ji ber ku wê demê xwe wekî serbixwe diyar dikir, Qasim Şivan jî gel wî bû. Lê piştî ku pêşmerge hatin Şengalê Xelef Murat bi koma xwe re tevlî PDK'ê dibe û Qasim Şivan jî ji ber vê yekê jê qut dibe û PDK'ê red dike. Ew jî cihê xwe di nava fermandara Pêşmergeyên Şengalê ya girêdayî Qasim Şeşo dibe û wekî tugay xwe bi rêxistin dike. Koma Xelef tenê gundê xwe dene û tenê parastina gundê Nisêriyê dike. Di ragihandinê de carek bavê xwe rexne dike û dibêje çima bavê min, navê min ne kir Qasim, ji ber ku hemû komên girêdayî PDK'ê navê wan Qasime, tenê navê min Xelef e. 

ENCAM

Bi giştî 6 komên mezin ên bi navê Qasiman li Şengalê de hene. Ev hemû kom raste rast girêdayî PDK'ê ne û fermanên xwe ji wan digirin. Ev du sal in giştî van koman heya niha tiştek ne kirine. Tenê navê wan û tûgayên wan hene. PDK'ê bi avakirina komên leşkeriyê yên cuda cuda dixwaze hêz û îradeya gelê Şengalê parçe bike û gel nekaribe hêzek hevbeş a xurt derxîne holê. Lewra jî siyasetek qirêj a bi vî rengî dide meşand. Ji bo her dem Êzidî parçe bin û nebin yek ji bo ku ji derve be bikaribin hem kontrol bikin û hem jî li gorî dilê xwe bidin bi rê ve bibin.