Malbata Er û Dag bi rewşenbîrên Silêmanî re civiyan

Malbatên Mezlûm Dag û Ebdulrehman Er ên ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine girtin ku cezayê darvekirin lê hatine birîn, berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û li gel rewşenbîran civiyan.

Ciwanên Kurd Mezlûm Dag û Ebdurehan Er ên 19’ê Tîrmeha 2020’ê bi sûcê kuştina endamê MÎT’a Tirk Osman Kose ku li Restoranta Hoqqabaz ya bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin girtin, cezayê darvekirinê lê hatin birîn.

Dayik û bavên Mezlûm Dag û Abdurehman Er ên li Bakurê Kurdistanê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Malbat bi aliyên siyasî re dest bi civînan kirin û daxwaza astengkirina cezayê darvekirinê kirin.

Di çaroveya serdanan de malbat li Silêmanî li gel rewşenbîran civiyan. Malbatan daxwaza piştevaniyê kirin.

Rewşenbîran jî desteka xwe ya ji bo malbatan anî ziman û diyar kir ku nave ciwanên Kurd ji aliyê rêveberiyeke Kurdî ve bê cezakirin.