Malbata ciwanê ku sekvanan ew birîndar kirî li benda alîkariyê ye

Dayika Mehmet Dazlak Azîme Dazlak  ku sekvanan kurê birîndar kirî got, ‘’Kurê min ku îro dikarîbû ji bo parêzeriyê ku tim xeyala wê dikir hewl bide, di rêyên nexweşxaneyê de dirize’’.

Mehmet Dazlak (19) 10’ê Mijdara 2015’an li Sîlopî ya Şirnexê ji hêla sekvanan ve hate birîndar kirin û şeht ma. Ev 3 sal in li benda dadmendiyê û alîkariya madî ye. Dayik Azîme Dazlak (55) got ew dixwaze êşa 3 salan a ku ew û kurê dijî bi dawî bibe.

Dazlak got, ‘’Bi salan e em di xaniyê kire de bûn û bi vir de wê de çûn. Min 8 zarok mezin kirin. Tam me got êdî em ê bi rehetî bijîn Xwedê ya herî xirab anî ber min’’ û wiha behsa wan rojan kir:

35 ROJAN BI KONTROLA JIDIYAYÎ MA

‘’Min wê rojê zarokên xwe şandin dibistanê. Kurê min Mihemed sibehê 7’an çû ser kar. Piştî bi çend saetan gotin ji stûyê xwe birîndar bûye. Dema ku ez giham nexweşxanê kiribûn emeliyatê. 7 rojan di komayê de ma. 35 rona bi kontrola jidiyayî ma. Dema ku çavê xwe vekir, doktoran gotin kurê we şeht bûye.’’

Piştî ku doktor dibêje li Nexweşxasneya Dewletê ya Cizîrê tiştekî ku ew bikin nemaye Mehmet dişînin Amedê û li wir jî derî li ser çavê wan têne girtin. Doktro piştî ku dibêjine malbatê, ‘’Bi emeliyatê kêm jî be dibe ku baş bibe lê ji ber ku rîska mirinê zêdetir em nikarin vê bikin’’, malbat ji bo tedawiya fizîkê berê xwe dide Enqerê.

JI RÊYÊN DIBISTANÊ BER BI RÊYÊN NEXWEŞXANÊ

Dayik Dazlak got, ‘’Ji wê rojê ve tenê serê 6 mehan carekê tedawiya fizîkî li kurê min dikin. Em diçine Enqerê ji bo tedawiya fizîkî. Destpêkê hinek baş dibû lê ev demeke dirêj e ti guherîn tine.’’

Dazlak got Mehmet dibistana navîn nû qedandibû û wê biçûya lîseyê û got, ‘’Kurê min li şûna ku wê di rêyên dibistanê de biçûya, ku xeyala wî bibûya parêzer, di rêyên nexweşxanê de dirize.’’

Dazlak got hevserê wê Salih Dazlak jî beriya bi 4 mehan ji ber krîza dile nema dikare bixebite û got, ‘’Ji wê demê ve hevserê min nikare bixebite, bi zorê em kurê xwe dibine nexweşxanê. Êşa me ne besî me bû bi ser de destê me jî teng e û vê pişta me şikandiye. Em li vir bang li hemû xêrxwazan dikin. Bang li rayedar û gelê xwe dikin..Bi me re alîkar bin. Ez dixwazim di rojên xweş de kurê xwe bibinim.’’

HÊ JÎ JI GILIH TIŞTEK DERNEKETIYE

Dazlak got, ‘kurê min dema ku diçû ser kar hate birîndar kirin’ û wan gilih kiriye lê bi hinceta Rewşa Awarte dozê hê dest pê nekiriye û domand, ‘’Heta niha ti pêşketin çênebûye lê niha dîsa ji bo ku em encamekê bistîin em ê hewl bidin. Me doza tezmînatê vekiribû lê ti encam jê derneket. Dewletê em sûcdar kirin. Em ê dev ji vê dozê neqerin.’’

‘MIN BÊRÎ KIR’

Mehmet Dazlak ku ji ber şehtbûnê bi zorê hilmê distîne wiha got: ‘’Beriya ku ez şeht bibim 16 salî bûm. Ez ê biçûma lîseyê. Niha dema ku diaxivim jî bi zorê hilmê distînim. Min pir ji gerê hez dikir. Min hez dikir ku bi hevalên xwe re bilîzim. Herî pir min dixwest bixwînim. Min dixwest ku bibim parêzer. 19 salî me. Ciwan im. Ez dixwazim baş bibim û biçim zanîngehê.’’