Malbata Barzanî û bandora PDK-I li gelemperiya Kurdistanê

Îngilîzên ku piştî Şerê Cîhanê Iraq dagir kirin, bi hêsanî nekarî Başûrê Kurdistanê kontrol bike. Hêzên Kurd, sala 1922'an bi pêşengiya Şêx Mehmûd Berzencî li dijî Îngilîzan li ber xwe dan.

Tevgera Berzencî, ku sûc ji valahiya otorîteyê ya li herêmê derkete holê wergirt, li pêşberî êrîşên hevpar ên hêzên Îngilîz û nokerên Ereb têk çû. Hêzên Berzencî yên navenda wan li Silêmanî bû, berê xwe dan çiyê. Şerê li van herêman, ku car carna diqewimî, heta sala 1924'an dewam kir. Îngilîz, ji bo hebûna xwe ya li Iraqê misoger bikin, wê biryar bidan ku Dewleteke Iraqê ya serbixwe ava bikin. Bêguman ev rejîma serbixwe wê ji nava sînorê mêtingeriyê derneketibûya. Di nava vê peymana navbera Îngilîz û Ereban de cihê Kurdan tine bû. Di vê navberê de Şêx Ehmed ku êrîşên li hemberî derdora xwe didomand, eşîrên Zebarî û Bradostî jî tevlî van êrîşên nû kir. Lîderê eşîra Bradostî Şêx Reşîd, ku bi Îngilîzan re têkiliyeke xwe ya xweş hebû, li Lolanê bû hedefa Barzaniyan. Ji ber vê yekê jî Îngilîzan wê berê xwe bidan Şêx Ehmed. Nakokiyên Barzaniyan ên bi Bradostiyan re, bi heman rengî bi Berwariyan re jî hebû. Bêguman ev nakokî û şer li ser mijara hikum bû. Ji xwe, ji roja destPêkê ve Barzaniyan hewl dan li derdorê belav bibin. Di salên 1930'î de piştî ku Dewleta Iraqê li Kurdistanê dest bi çêkirina qereqolan kir, birayên Barzanî-Şêx Ehmed û Molla Mistefa- dest bi berxwedanê kirin. Lê belê berxwedan bê encam ma. Li ser vê yekê, Mistefa û Siddik Barzanî sirgûnî Nasiriye ya li başûrê Iraqê hatin kirin.

RAPERÎN

Her berxwedan û raperîna ku têk diçû, rê li ber gelek zeraran vedikir. Çawa ku di demên bihurî de wêranbûna Kurdistanê pêşî li pêşketina civakî girt, di vê demê de jî her têkçûnê Kurdistan tarûmar kiriye. Her têkçûnê rê li ber rijandina xwînê, barîna rondikan, sirgûn û komkujiyê vekiriye. Ev jî bû sedem ku civak xwe ji her tiştî vegire, bitirse û ji xwe ne bawer be. Malbata Barzanî heta sala 1937'an li sirgûnê jiya. Sala 1937'an li Barzanê careke din berxwedanê rû da. Armanca vê raperînê jî anîna Barzaniyan ji sirgûnê bû. Li ser vê yekê dewleta Iraqê, sirgûn ji Nasiriye rakir û derbasî herêma Silêmanî kir. Silêmanî cihekî ku berxwedêrî û tevgera ronakbîrî ya Kurd lê xurt e. Malbata Barzanî, bi taybetî Mistefa Barzanî wê li vê derê têkiliyê bi Tevgera Hîwa re deyne û bikeve bin bandora wê. Hêza bingehîn, ku piştre bû sedem Barzanî biçe Mahabadê, Tevgera Hîwa ye. Tevgera Hîwa, li gorî gelek tevgerên serdema xwe, xwedî gelek aliyên pêşketî ye. Tevgera Hîwa lêkolîn dikir, nêzîkatiyeke zanistî nîşan dida û xwedî xeteke îdeolojîk bû. Ewilî weke Tevgereke Ciwanan dest pê kir. Piştre bû çavkaniya îlhamê ji tevgerên li Rojhilat û Başûr ava bibin.

Sala 1943'an, li herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê Molla Mistefa Barzanî dest bi raperînekê dike. Vê raperînê rê li ber wê vekir ku artêşa Iraqê herêmên Hewlêr û Behdînanê biterikîne. Sala 1945'an ji aliyê Hêzên Hewayî yên Îngilîz ve tê tepisandin. Barzanî û pêşmergeyên wî xwe vedikişînin Îranê. Barzanî cihê xwe di nava avabûna Komara Kurdistanê ya Demokratîk de digire. Piştî ku komar hate hilweşandin, tevî pêşmergeyên xwe vedikişe Yekîtiya Sowyetan. Yê ku pêşî li hewldana avakirina PDK a Iraqê veke Molla Mistefa Berzanî ye. Ji ber k li Sowyetan e, wê Hamza Abdullah wezîfedar bike. Hamza Abdullah tevgera li jorê hate bilêvkirin û gelek tevgerên din li hev dicivîne. Wê wextê kesayetekî din ê bi bandor ê li Başûr Îbrahîm Ehmed e. M. Barzanî yê bi vê zane, dixwaze Îbrahîm Ehmed jî cihê xwe di nava partiyê de bigire. Dikeve bin bandora PDK a Îranê. Lê belê bandora herî girîng jî hebûna Barzanî ya li Sowyetan e. Ji bo karibe piştgiriyê ji Sowyetan bigire, divê hinekî bi awayê çepgiran tevbigere. Eşkere ye ku bi gotinên neteweperestiyê nikare piştgiriyê bigire. PDK-I bi lez û bez, bêyî ku plan û bernameyeke xwe hebe, hate avakirin. Halbûkî her partî xwedî bernameyeke siyasî ya cidî ye. Amadekariyeke PDK-I a bi vî rengî nîne. Ji nêzîkatiyên wê yên li pirsgirêka Kurdistanê ya giştî, nebûna xwedî bernameyeke siyasî tê dîtin. Xuya ye ji ber vê yekê, kesayetên girîng cihê xwe di nava avabûna partiyê de negirtin û tevlî Partiya Komunîst a Iraqê bûn. Tevî hin kêmasî û aciziyan, PDK-I roja 16'ê Tebaxa 1946'an ji aliyê Hamza Abdullah ve bi awayekî fermî ava bû.

Navê herî girîng ê di damezrandina PDK-I de cih girt, Hamza Abdullah bû. Îbrahîm Ehmed di nava partiyê de xwedî cihekî girîng e. Wekî din divê mirov rola Nûrî Ahmed Taha ya di vê damezrandinê de bi bîr bînin. Lê belê ji ber ku PDK-I tenê ji bo Iraqê difikirî, ev bû destpêka parçebûnê. Û her kesî di demên pêş de dît ku vê parçebûnê rê li ber xeteriyên çiqasî mezin vekiriye.

YEKANE PARTIYA KU JI BO PARÇEYEKÎ TENÊ AVA BÛ

Divê em ji bîr nekin ku yekane partiya li Kurdistanê tenê ji bo parçeyekî ava bûye, PDK-I ye. PDK Iraq -bi hilbijartina Molla Mistefa Berzanî ji bo serokê xwe, ku wê wextê li Mahabadê bû- partiyeke ku reîsên eşîrî ya jî feodalan esas digire. Şêx Latîf, kurê Şêx Mehmûd Berzenî, Kaka Ziyad Axa, tenê çend ji van e. Tevî ku ji bo van eşîran bikişînin nava têkoşînê ev hatibe kirin jî, ya ku pêk hat, qewînbûna çanda feodal e. Konferansa Sêyemîn, di Çileya 1953'an de li Kerkûkê pêk hat. PDK-I bîrdozî û bernameyeke çep pejirand. Ji raya giştî re eşkere kir ku 'Partiyeke Marksîst Lenînîst e'. Tevî vê yekê jî, ji ber nêzîkatiya xwe ya parçetiyê, derbe herî giran li dîroka Kurdistanê xist. Navê xwe partiya demokrat jî be, xeta wê xeta eşîrî û tenê Başûrî ye. Bi gotina Abdullah Ocalan, xwedî rêxistinbûneke 'netewepestiya kevn' e. Molla Mistefa Barzanî reîsê eşîrekê ye. Ev rewş radixe pêş çavan bê PDK-I çawa bimeşe. Ji xwe Hamza Abdullah, Alî Abdullha, Doktor C. Abdulkerîm wê di asta herî bilind a rêveberiyê de cih bigirta. Li binê wan jî Îzzet Azîz, Mistefa Xoşnav, Nûrî Ahmet Taha hene. Di birêvebirina PDK-I de Barzanî bi xwe yekser ne amade jî bû, kesên nêzî wî wê Barzanî û xeta wî serdest bikira. PDK-I ya bêyî Barzanî heta sala 1958'an dewam kir. Kovarek bi navê Rizgarî tê derxistin. Lê belê piştî damezrandinê, bandora Îbrahîm Ehmed zêdetir dibe. Di Kongreya 2. a sala 1951'ê de (Konferansa Adarê) Îbrahîm Ahmed, Hamza Abdullah ji desteya bilind dadixîne û dikeve şûna wî. Yek ji navên herî girîng ên damezrîner ê PDK-I Îbrahîm Ehmed e. Ji sala 1951'ê heta sala 1964'an partî bi rê ve bir. Bû sekreterê giştî yê partiyê. Nakokiya navbera Hamza Abdullah û Îbrahîm Ehmed di sala 1955'an de gihîşt asta qutbûnê. "Sala 1956'an her du meyl bûn yek û navê Partiya Demokrat a Yekbûyî ya Kurdistanê (PDYK) li xwe kirin." Sekreterê wê yê giştî Hamza Abdullah e. Rojnameyek bi navê Xebatî Kurdistan weşand. Xuya ye Hamza Abdullah bi giranî li ser meyla çepgiriyê bû, Îbrahîm Ehmed jî li ser xeta neteweperestiyê. PDK-I bû du parçe jî, Molla Mistefa Barzanî, yên qut bû li binê sîwana partiyê ji nû ve gihand hev.

PAKTA BEXDAYÊ

Di salên 1950'î de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ku ji ewlekariya Rojhilata Navîn, yanî ji bandora Sowyetan û komunîzmê ya li ser welatên Rojhilata Navîn kete nava fikaran, teşwîq kir ku hikumetên li vê herêmê xwe di nava xwe de bi rêxistin bikin. Di destpêkê de, di navbera Tirkiye û Iraqê de peymaneke hevkariyê li Bexdayê hate îmzekirin. (26'ê Sibata 1955). Li gorî peymanê, her du welat wê ji bo parastina hevpar bi hev re tevbigeriyan; peyman li dewletên endamê Yekîtiya Ereb û dewletên Rojhilata Navîn ên dixwazin hevkariye bikin re vekirî hate hiştin. Îngilîstanê ji vê yekê sûd wergirt û berî her kesî tevlî bû. (1955). Di heman salê de Pakîstan û Îran tevlî bûn. Bi vî awayî hejmara dewletên endam bû pênc û di asta wezîran de konseya timî hate avakirin. Pakta Bexdayê, ji Sowyetan bêhtir rê li ber nerazîbûna Ereban vekir. Bi taybetî Misrê ev pakt weke derba herî giran a li Yekîtiya Ereb dît. Ji ber vê yekê, ji bilî Iraqê ti dewleteke Ereb tevlî vê peymanê nebû.

Şoreşa ku di sala 1958'an de li Iraqê der bû, tevî Qraliyeta Iraqê hemû rêveberên ku Pakta Bexdayê ava kirin, ji holê rakir. Hikumeta Iraqê ya nû, sala 1959'an xwe ji Pakta Bexdayê vekişand. Pakt ji bo xwe li gorî şert û mercên hatiye guhertin bi rêk û pêk bike, navenda xwe ji Bexdayê bir Enqreeyê û navê wê bû Rêxistina Peymana Navendî CENTO (Central Treaty Organîzasyon). Di vê navberê de pêşniyar li DYA hate kirin ku tevlî Paktê bibe. DYA tevlî Paktê nebû, lê belê bi sê dewletên Rojhilata Navîn ên endamê Paktê re peymanên du alî yên weke hev îmze kir. Wezîfeyeke din a girîng a rêxitsina CENTO'yê, pêşîgirtina li karên yekîtiyê yên navbera Kurdan û astengkirina tevgerên Kurd bû. Lewma, eşkere ye ku bi piştgiriya hêzên navneteweyî Pakteke Antî-Kurd hate avakirin. Abdulkerîm Kasim ku 14'ê Tîrmeha 1958'an bû desthilatdar, monarşî hilweşand û komar îlan kir. Şoreşek pêk anî. Hikumeta Kasim, di destûra bingehîn a demkî de ku 28'ê Tîrmehê ragihand, hebûn û mafên neteweyî yên Kurdan ên li nava sînorên Iraqê nas kir. PDK-I qanûnî bû û heman salê Molla Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sowyetan vegeriya.

ABDULKERÎM KASIM

Divê mirov hinekî balê bikişînin ser AbdulkerîM Kasim. Kasim ku dayika wî ji Kurdên Feylî ye, ji roja bû desthilatdar û pê ve xwe nêzî Kurdan kir. Gelek nêzîkatiyên şaş ên li hemberî Kurdan terikand. Neteweperestiya Ereb a ku Abdul Cemal Nasir li Misrê afirand, li hemû cihên ku Kurd û Ereb bi hev re lê dijîn, rê li ber zerarên mezin vekir. Ji xwe polîtîkaya antî-Kurd a piştre wê li Sûriyeyê li dijî Kurdan der bûya, ji nêz ve bi vê neteweperestiya Ereb ve girêdayî ye. Tevî ku Kasim di sala 1958'an de darbeya leşkerî li desthilatdariyê kir jî, mohra xwe danî binê gelek pêkanînên nû. Yek ji karên wî yên destpêkê ew bû, ku Mistefa Barzanî yê bi zorê li Sowyetan bû, vexwendîne Iraqê. Ne tenê vexwend, her wiha li balafirgehê jî ew pêşwazî kir, li qesrên Melîkên berê yên Iraqê bi cih kir, kir hevparê karên hikumetê, têkildarî hemû biryarên xwe agahî da Barzanî û bi hev re destûreke bingehîn amade kir. Di xala 3. a vê destûra bingehîn a Iraqê de gotina, 'Kurd û Ereb hevparê Iraqê ne' hate bicihkirin. Qedexeya li ser gelek partiyên çep û sosyalîst hate rakirin. Reforma axê kir. Partiya Komunîst a Iraqê (Di sala 1934'an de ava bû) serbest berda. Dawî li axatiyê anî. Hemû weşanên çapemeniyê serbest kir. Li ser bingeha nirx û pîvanên exlaqî siyaset kir. CENTO bi Kasim re ji hev belav bû. Kasim gav bi gav hewl da Iraqê ji binê bandora Îngilîstanê derxîne. Bi vê armancê weke gava yekemîn jî petrol kir malê neteweyî. Tevî Komara Ereb a Yekbûyî nebû, ku Abdul Cemal Nasir bi Sûriyeyê re ava kir. Weke sedema vê yekê jî destnîşan kir, ku Iraq xwedî rewşeke homojen nîne û ji bilî Ereban gelek gelên cuda lê dijîn. Ev nêrîn û pratîkên Kasim ên pêşketî, gelek derdor aciz kir. Baasiyên ku gav bi gav xwe li Iraqê bi rêxistin dikirin, wê li ber vê sekna Kasim rabûna. Neteweperest jî wê aciziya xwe bianîna ziman. Reforma erd û zeviyan jî wê reîsên eşîrên Kurdan aciz bikira. Gelek derdorên ku li ber reforma axê ya Kasim rabûn, wê ji vê aciz bûna. Bi kurtasî, Kasim bi gelek pêkanînên xwe rê li ber eniyeke dijberê xwe vekiribû. Barzanî jî di sala 1960'î de tevlî vê eniyê bû. Sala 1961'ê tevî van hemû alozî û gengeşiyan, piştî ku navgîna weşanê ya PDK-I Xebat hate girtin, di navbera PDK-I û rejîma Iraqê de şerekî dijwar dest pê kir. Kasim, xeta xwe ya nerm û mirov dikare bêje ku li hin cihan demokratîk bû, terikand. Û berê xwe da xeteke otorîter. Weke mînak; sala 1962'an de Kasim cahş û Zebarî bi ser gelê Suryanî ve ajot bi hinceta ku alîkarî dane PDK-I. PDK-I di 11'ê Îlona 1961'ê de dest bi tevgereke dijber a bi navê 'Şoreşa Îlonê' kir. Piştî demeke kin, di 8'ê Mijdara 1963'an de Baasiyan û neteweperestan li Iraqê bi darbeyeke leşkerî Kasim ji desthilatdariyê daxistin. General Abdulselîm Arîf kete şûna wî. Rejîma Baas a bû desthilatdar, Iraq weke 'dewleteke ji du neteweyan pêk tê' bi nav kir. Soz da ku têkiliyên xwe yên bi Kurdan re ji nû ve binirxîne. Bêyî ku agahiya partiyê jê hebe, Barzanî bi neteweperestên desthilatdar re têkilî danî. Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî -yek jê sekreterê destpêkê yê partiyê ye, yê din jî endamê polît buro ye- vê peymanê qebûl nakin û ji Molla Mistefa cuda difikirin.

Baasiyan 9'ê Adara 1963'an bi awayekî vekirî îlan kirin ku 'mafên neteweyî yên gelê Kurd li gorî esasa rêveberiya ne navendî nas dikin'... Lê belê hikumeta Baas, di nava pênc mehan de 3000 gundên Kurdan bi erdê re kir yek, bi sedan gundî koçber kir û sirgûnî herêmên başûr kir ku piraniya şêniyên wê Ereb in.

9-10'ê Îlona 1963'an, hikumeta Bexdayê dest bi êrîşê kir û dest bi kuştina gelê Silêmanî kir. 176 mêr, jin û zarok bi guleyên berdan paş stuyê wan, kuştin. Beriya vê komkujiyê, gorên komî bi mirovan dabûn kolandin û ew li van goran dagirtibûn. Piştî rojekê 100 kes ji şêniyên bajêr, ji aliyê milîsên Baas ve hatin kuştin. Silêmanî yek ji cihên girîng ên herêma berxwedanê ya Kurdan e."

Wekî din, dewleta Sûriyeyê tevî 6 hezar leşkerên xwe, bi hêzên rejîma Baasê ya li Iraqê re ji bo şikandina berxwedana Kurdan li dijî Kurdan şer kir. Tevî ku demeke dirêj înkar kir jî, di rojnameyên wê wextê de hate weşandin ku 21'ê Cotmeha 1963'an, Serokkomarê Iraqê Mareşal Abdulselam Arîf, serdana yekîneyên Sûriyeyê yên li herêma Zaxoyê bi cih bûbûn, kir.