Malbata Barzanî û bandora PDK-I li gelemperiya Kurdistanê -2

Barzanî, ji ber ku bi rejîma Îranê re xwedî têkiliyeke xurt bû, gelek endamên PDK-Î di demeke kin de ya da girtin, ya jî bi rê û rêbazekê da tasfiyekirin...

Barzanî, ji ber ku bi rejîma Îranê re xwedî têkiliyeke xurt bû, gelek endamên PDK-Î di demeke kin de ya da girtin, ya jî bi rê û rêbazekê da tasfiyekirin...

BARZANÎ DEST BI TASFIYEYÊ DIKE

Barzanî Adara 1964'an Celal Talabanî, Alî Asker û endamên navendî ji partiyê derdixîne. Li şûna van jî hewl dide kesên nêzî xwe bi cih bike. Komîteya Navendî, ku 4'ê Nîsana 1964'an li Mawetê li hev civiya, hem têkilî û diyaloga bi hikumeta Iraqê re red dike, hem jî wezîfeyên Barzanî dadigire. Êdî rê ji hev vediqetin. Tevî ku car carna lêgerînên li hevkirinê çêdibin jî qutbûn kûr dibe. Di Tîrmeha heman salê de Barzanî ji bo girtina Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî pêşmergeyan dişîne. Ehmed û Talabanî derbasî Îranê dibin û salekê li Hemedanê dimînin. Ji ber ku Îran û PDK-I li hev kirine, Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî gelekî zor û zehmetiyan dikişînin. Bêguman di vir de para nêzîkatiyên şaş û bê baweriya ji xwe ya Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî jî heye. Îbrahîm Ehmed dest ji siyasetê berdide û li Îngliîstanê bi cih dibe. Îran jî Celal Talabanî tevî 300 kesî li Dola Reqayê di bin çavdêriyê de dihêle. Talabanî xwe li Iraqê digire. Û piştre, di sala 1966'an de Celal Talabanî wextekê tevî hikumeta Iraqê li hemberî Kurdan dikeve nava liv û tevgerê. Talabanî tevî hevalên xwe PDK Şoreşger ava kir û têkoşîna xwe ya li dijî PDK-I ji vê demê û pê ve xurtir dike. Molla Mistefa Barzanî di asteke pêşketî de bi dewleta Îranê re têkiliyan datîne. Helwesta Barzanî ya li hemberî şoreşên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo fêhmkirina rastiya Barzaniyan girîng e.

Barzanî, dema ku bi rejîma Îranê re têkliiyeke xurt datîne, gelek endamên PDK-Î di demeke kin de ya dide girtin ya jî bi rê û rêbazekê dide tasfiyekirin. Barzanîn bi demê re têkiliyê bi otorîteyên Pehlewî re datîne û bi vê yekê re endamên ciwan ên PDK-Î bi temamî ji Barzanî qut dibin. Li ser vê yekê, 2. Civata Giştî ya PDK-Î ku bi pêşengiya Ehmed Tevfîq-Ebdullah Îshaq sala 1964'an li hev civiya, hin guhertinên nerm dike. Sala 1964'an de di nava refên PDK-Î de fraksiyoneke nû derdikeve holê ku bernameya polîtîk a nû ya partiyê rexne dike. Ji bo bi bîr xistinê; PDK'ê ku berê weke PDK-Î dihate naskirin, sala 1954'an kongreya xwe pêk anî. Kurdên ku xwe weke 'Komîteya Şoreşger' bi nav kirin, ji neçarî sala 1967'an dest bi berxwedana çekdarî kirin. Di vê demê de, Barzanî ku li dijî PDK-Î helwestê nîşan dide, piştgiriyê dide Şah. Gelek pêşengên Kurd ên dest bi berxwedana çekdarî kirin hatin girtin û darvekirin. Ji pêşengên PDK-Î Suleyman Mûînî, Mela Aware û Îsmaîl Şehzade bi destê Barzaniyan tevî gelek hevrêyên xwe hatin tasfiyekirin. Rewşeke din a gelekî balkêş, ku rê li ber hêrseke mezin vedike ew e; hem Suleyman Mûînî dikuje, hem jî cenazeyê wî radestî rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Îranê SAVAK'ê dike.

Piştre Tevfîk Ehmed xist dorê. Gotinên Tevfîk Ehmed ên li ser vê pêvajoyê, ji bo fêhmkirina bi rengekî rast a dîrokê girîng e:

"Wê ez jî teslîmî îstîxbarata Îranê bikira. Rica dikim ku ji Molla Mistefa re vê bêje: 'Ez ê razî bim ku di berdêla 10 tankên Îran bide Tevgera Kurd, min radestî SAVAK'ê bikin! Xuya ye qîmetê min bi qasî 10 tankan e. Di rewşeke bi vî rengî de amade me ku teslîm bibim. Ew jî serbest e, çi dike bila bike."

Ev nêzîkatiyên Molla Mistefa digihêje wê radeyê ku Ehmed Tevfîk bireve û teslîmî Seddam bibe. Piştre Ehmed Tevfîk ji aliyê Seddam ve tê kuştin. Dema ku mirov vê yekê bînin pêş çavên xwe, wê rola Molla Mistefa baştir were fêhmkirin.

DESTHILATDARÎ DIKEVE DESTÊ BAAS'Ê

17'ê Tîrmeha 1968'an, piştî darbeyeke bêyî rijandina xwînê, desthilatdarî bi temamî dikeve destê Baasiyan. Li ser nakokiyên têkildarî mijara bernameya hikumetê, komek ji efserên bi serkêşiya Seddam Huseyîn, ku alîgirê Baas in, di dawiya Tîrmehê de hêzên din ên darbekar bê bandor dike. El Bekîr ku ew anîn ser wezîfeyên Serokatiya Dewletê û Serokwezaretiyê, di heman demê de weke Serokê Konseya Fermandaran a Şoreşger û Fermandariya Herêmî ya Partiya Baasê kontrola xwe misoger dike. Partiya Baasê ku giraniya xwe datîne ser hikumetê, bi rewşa xwe ya rêxistinî hema hema hemû saziyan bi dest dixe. Baas ku dixwaze bingeha xwe berfireh bike, sala 1970'î dawî li şerê bi Kurdan re anî û Partiya Komunîst a Iraqê (PKI), PDK-I û hêzên din ên siyasî yên xwedî meyla çep û neteweperest, hevkariyê dike. Rewşeke balkêş e, lê belê ya ku Talabanî û Barzanî anî cem hev, Dewleta Iraqê ye. Seddam bi xwe ye. Seddam di nameyeke xwe de ku ji bo Molla Mistefa Barzanî nivîsand, wiha digot:

"Birayê Ebû Îdrîs (Molla Mistefa)... Hem di pêvajoya danûstandinan de, hem piştî ragihandina Danezana 11'ê Adarê dixwazim ji we re û birayên xwe yên din ên erkdar ên li nava PDK-I re vê daxwaza xwe bi taybetî bêjim: Hûn Kurd, divê nefret û kîna nava xwe ji bîr bikin. Divê Kurd hemû di bin serokatiya we de li hev bicivin, ku xalên di Danezana 11'ê Adarê de cih digirin bikevin meriyetê."

BIRYARÊN HEVPAR

Di salên 1970'î de li nava rejîma Baasê guhertina navan dîsa dibe rojev. Rêvberiya Nû, bi rêya deklarasyonekê bi Kurdan re li hev dike. Hin mûxalîfên berê ji PDK-I qut bûn, vegeriyan. Nîqaşên li ser otonomiyê berfireh dibin. 11'ê Adara 1970'î peymana otonomiyê tê îmzekirin. Biryarên hevpar ên hatine girtin wiha ne:

"1. Zimanê Kurdî wê bibe zimanê fermî. 2. Li hemû astên rêveberiyê wê Kurd û Ereb xwedî mafekî wekhev bin. 3. Li Herêmên Kurdan ên li paş mane, wê li dijî paşverûtiya aborî û çandî têkoşîn bê dayin. 4. Li herêmên ku piraniya şêniyên wê Kurd in wê sîstema xwe ya rêveberiyê hebe. Serjimartina 1957'an wê esas were girtin. 5. Ji bo Kurdan wê bi her awayî azadiya rêxistinbûnê bê dayin. 6. Ji bo Kurdistanê wê budçeyeke taybet bê amadekirin. 7. Kurd û Ereb wê li cihên xwe yên berê lê dijiyan vegerin. (Koçberiya bi zorê û bicihkirin). 8. Wê efûya giştî bê ragihandin. 9. Reforma axê were kirin. 10. Di destûra bingehîn de wê were destnîşankirin, ku Iraq ji Kurd û Ereban pêk tê û mafên gelên din li ber çavan tên girtin. 11. Çek û radyo wê radestî dewletê were kirin. 12. Yek ji alîkarên Serok wê Kurd be. 13. Komîteya bilind xwedî hikume ku van bi cih bîne. 14. Li gorî nifûsa Kurdan wê Kurd di organên qanûndanînê de bên temsîlkirin."

"Tê ragihandin, ku mijarên; diyarkirina sînoran, hebûn an jî nebûna pêşmergeyan, destnîşankirina budçeyê, wê piştî çar salan bi komûnekê bên zelakirin û biryara hevpar were dayin. Di nava 4 salan de, PDK mîna dema piştî sala 2003'an li Başûrê Kurdistanê desthilatdar e. Xizanî û dewlemendiya şexsan her zêde dibe. Têkliiyên PDK-I bi Îsraîlê re di vê demê de zêdetir dibe. Wekî din têkiliyên PDK-I û DYA jî bi heman rengî xuya dike. Di pêşketina têkiliya de Şah Riza Pehlewî bi israr e. Sedema vê jî ew e ku Kurdan li ber Iraqê rake. Em zanin, wan salan têkliiyên Sowyetan bi PDK-I re gelekî xurt bû. Yekîtiya Sowyetan welatê ewilî ye ku alîkariya malî da Tevgera Kurd. Di dawiya sala 1961'ê de 360 hezar dolar (bi qasî 120 hezar dînarê Iraqê) pere da. Ev budçe sal bi sal zêde bû û sala 1969'an gihîşt heta nîv mîlyon dînarî. Alîkarî heta sala 1972'an dewam kir. (Mesud Barzani, age., s. 395.)."

"Sowyet wê demeke dirêj destek bida Tevgera Kurd. Lê belê piştî ku malbata Barzanî bi Îran, Îsraîl û DYA re têkiliyên xwe derxist asteke bilind û li hemberî Iraqê şer îlan kir, di payîza 1974'an û destpêka sala 1975'an de pîlotên Swoyetê li balafirên şer ên bi tîpa Tûpolev-22 siwar bûn, kju ev balafir radestî Iraqê hatibûn kirin û bombe li KUrdistanê barandin. "(Oles Smolansky, age., s. 89.)

Di salên 1972-73'an de hikumeta Iraqê careke din petrol kir malî neteweyî û di heman salan de krîza petrolê ya navneteweyî ya OPEC'ê dewletên rojavayî bi rengekî cidî xiste nava aciziyê. Ji ber vê yekê, ji binî ve PDK-I li hemberî dewleta Iraqê sor kirin.

Gotinên ku Şahê Îranê ji H. Kîssîngerê re got, gelekî balkêş in: "Ji Şahê Îranê ji bo H. Kîssînger: Em pêşî li tifaqeke navbera Baasiyan, komunîstan û Kurdan digirin. Kîssînger ji bo jê bawer bike ji Şah dipirse: Hêza we heye ku pêşî li pêkhatina wê tifaqê bigire? Şah jî bersivê dide: Erê... (Qeyda hevdîtina Tîrmeha 1973'an)

NAMEYÊN SEDDAM

Rewşeke din a balkêş jî ew e ku Seddam ev rewş didît û Molla Mistefa Barzanî hişyar kir. Seddam Huseyîn roja 4'ê Tîrmeha 1972'an nameyek ji Molla Mistefa re şand û ji bo nekeve xefika Îranê ev hişyarî da wî:

"Birayê min ê hêja Ebû Îdrîs (Molla Mistefa)... Ez ji te rica dikim ku baş li ser vê bifikire: Amerîkî, Îngilîz û hikumeta Îranê, dema ku armancên xwe yên demkî yên bi te re qediya, wê çi bi te, bi me û bi taybetî li şexsê te bikin? Ya ku ew dixwazin, li berjewendiya gelê Kurd nayê. Ew qîma xwe bi şerekî Kurdan ê qutbûna ji Iraqê nîne, ew dixwazin şerekî bê dawî rû bide. Mîna ku em her tim dibêjin, daxwaza wan ew e ku gelê Kurd bê qedandin, piştre hikumeta Bexdayê bê xistin, dûre hêz û şexsên nêzî wan bibin desthilatdar û di dawiya dawî de, di encama peymaneke mezin û berfireh de we bieciqînin heta hûn tine bibin. Em di wê baweriyê de ne ku rêveçûn ber bi vî alî ve ye. Ev pêşdîtin tiştekî nayê dîtin nîne. Bawerim ku hûnê jî vê hesab bikin. Bi vê nameyê re mebesta min ev e: Destûrê nedin ku xeyalên hestewarî û hin bandorên ne rasteqîn we ji rastiyê dûr bixînin..." (Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Azadiyê ya Kurd, çapa Erebî, s. 835.)

"Rastî ev e, hem DYA hem jî Îran naxwazin ku meseleya Kurd bê çareserkirin. Wezîfeya mijûlkirina artêşa Iraqê hêjayî Kurdan dîtine. Bi vî rengî feydeya vê mijûlkirinê ya li Şah û KÎssînger hate nîşandan." (Emîle Gûîkovaty, Comment les Kurdes ont ete trahîs-Çawa xiyanet li Kurdan hate kirin-, Kovara L'Express a bi Fransî, 8-14'ê Adara 1976.)"

PLANA OTONOMIYÊ TÊ WEŞANDIN

Sala 1974'an plana herî berfireh a otonomiyê ya hikumeta Iraqê hate weşandin. Di nava vê planê de Kerkûk nîne. PDK-I wê vê qanûnê red bike û bi navê PDK-I wê planeke otonomiyê ya xwe ku jê re Rasteqîn digotin, biweşanda. Li ser vê yekê, di navbera Baas û PDK-I de ji nû ve şer derdikeve. Bi qasî 120 hezar pêşmergeyên PDK-I hene. Îran bi rengekî vekirî destekê dide. DYA di ser Îranê re radigihîne ku wê alîkariyê bide û ji devê Nîkson bi xwe, tê ragihandin ku ew li cem Kurdan e. Weke ku li jorê hate destnîşankirin, tehrîk rê li ber pêvajoyeke nû ya şer vedike. Nêzîkatiya Baasê ew e, ku heta temamiya mûxalefeta civakî ji holê rake, Kurdan bê bandor bike û ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Desthilatdariya Baas bi lez û bez hewl dide hegemonya Ereb ava bike. Rejîma Baas ku tevî nakokiyên navxweyî bi Îranê re jî li ser sînor li hev nekir, li hemberî tifaqa xurt a Îranê ya bi DYA re, xwe nêzî Yekîtiya Sowyetan kir û bi vî rengî hewl da rewşê bixe nava hevsengiyekê. Ev rewş dibe sedem ku Tevgerên Kurd ên xwedî karaktera feodal komprador in, bala DYA û hevalbendên wê yên li herêmê bikişîne. Molla Mistefa Barzanî 9'ê Sibata 1972'an ji nûnerên DYA re name nivîsand û diyar kir, ku ew li aliyê wan e, lê bersiva vê tifaqê nagire. Wiha digot:

"Kurdan ji soza şerefê ya DYA û Îranê bawer kirin û li dijî dijmin sekinî, li hember şer kir (Iraq)... Xweseriya ku weke xelata vê yekê soza wê hatibû dayin, li ku ye? Birêz Serok, Kurd ji min hêvî dikin ku xelata soza wê hatibû dayin, were dayin. Birêz Serok, ez jî ji we hêvî dikim. Gelê min hemû bawerî û hêviya xwe bi min ve girê da. Ez jî niha hêviya xwe bi we girê didim."

Li gorî gotinên Jonathan C. Randal, ku sala 1973'an pê re hevpeyvînek hate kirin, Barzanî wiha digot: "Ez ji Amerîkayê bawer dikim. Amerîka bi qasî ku xiyanetê li Kurdan neke, hêzeke mezin e."

Wekî din divê nameya ku Molla Mistefa di sala 1940'î de ji Îngilîzan re nivîsandî neyê jibîrkirin... "Ez heta mirinê li ser soza ku min daye we me..."

Di nameyeke din de ku ji serpel Hevlet re nivîsandî wiha dibêje, "Eger hûn fermanê bidin, ez ê agir dadim û xwe biavêjim navê..."

PDK DEST BI PÊVAJOYEKÊ DIKE KU ENCAMÊN WÊ JI BO GELÊ KURD GELEKÎ GIRAN E

PDK-I ku xwe naspêre hêza xwe, lê pişta xwe bi hêzên hegemonîk ên navneteweyî germ dike, pêvajoyeke ku encamên wê ji bo gelê Kurd gelekî giran e, dide destpêkirin. Aloziya di sala 1972'an de zêde bû, di sala 1974'an de veguherî şer. 24'ê Nîsana 1974'an rejîma Baas a Iraqê bombe li Keladizê barand. Gelek Kurd kuşt. Ciwanên Kurd ên welatparêz ên li Bexdayê dijîn, li hemberî vê rewşê, dest bi amadekariya çalakiya bersivdanê kirin. Di nava van xwendekaran de, endma Tevgera Ciwanan a PDK-I Leyla Qasim jî heye. Lê belê hê amadekarî dikirin, hatin girtin. Leyla Qasim û hevalên wê, ku li hemberî êşkenceyên gelekî giran li ber xwe dan û tiştek negotin, 13'ê Gulana 1974'an hatin îdamkirin. Şer dewam dike. Lê belê, dema ku bi Peymana Cezayîrê ya 6'ê Adara 1975'an re pirsgirêkên navbera Îran û Iraqê, bi radestkirina hin giravan ji Îranê re çareser bû, Îranê piştgiriya dida PDK-I betal kir. 11'ê Adara 1974'an di navbera Şoreşa Kurd û hikumeta Iraqê de têkilî qut bûn. 16'ê Nîsanê, Molla Mistefa biryar da ku li herêma Spîlekê êrîşî yekîneyên Iraqê bike. Dema ku operasyona leşkerî ya dijber dest pê kir, êrîşa ji bo bidestxistina Spîlekê bi ser neket." (Aqrawi, age., s. 376.)

Tevgera bi pêşegniya PDK-I, ku xwe dispart Îranê têk çû. Di vê bûyerê de ku weke "Aş Battal" tê naskirin, bi hezaran pêşmergeyên kurd tevî çekên xwe ya jî bi şikandina çekên xwe neçar man teslîm bibin. Beşek ji pêşmergeyan jî ev teslîmiyeta bê rûmet layiqî xwe nedîtin û întixar kirin. 

Îsmet Şerîf Vanli ku wê wextê li Ewropayê berpirsyarê PDK-I bû, ji bo rastiya Aş Battal wê bigota, "Şoreş ji aliyê lîderê xwe ve hate tasfiyekirin." Her wiha wê bi vî rengî binivîsanda: "Min ti carî mînakeke din a bi vî rengî nedît, ku şerekî gel ê bi vî awayî trajîk qediya. Mînaka; gelkî ku xwedî daxwaza têkoşînê, xwedî derfetên têrker ên têkoşînê, ku serî li ber lîderê xwe tewand û şer qedand..."

Di vê navberê de wê li Başûrê Kurdistanê gav bi gav hêz û tevgerên nû rû bidan. Yek ji van tevgeran jî Komeleyî Marksî Lenînî ye, ku ji aliyê Tevgear Ciwanên Xwendekarên Kurd ên li Silêmanî û Bexdayê hate avakirin. Ya rast, sala 1970'î hate avakirin. Tevgereke sosyalîst e ku têkoşîna ji bo çar parçeyan danî pêşiya xwe û ji ciwanên rewşenbîr pêk dihat. Sekreterê vê tevgerê jî Şehab Şêx Nûrî ye, ku bi navê xwe yê bêhtir tê naskirin Xalê Şehab e. Şehab Şêx Nûrî û çend hevrêyên wî, piştî ku ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin girtin radestî Iraqê hatin kirin. Iraqê ev ciwanên rewşenbîr û şoreşger ên Kurd bi dar ve kir. Beriya îdamê Xalê Şehab û hevrêyên wî bi dirûşma xwe ya "Kêm bijî û kêl bijî" bandor li gelek derdoran kir. Piştî Xalê Şehab, Şasûwar Celal bi nasnav Aram dibe pêşengê Tevgera Komala û 31'ê Çileya 1978'an li Qeredaxê tevlî karwanê şehîdan dibe. Piştre, Newşîrwan Mistefa ku lîderê Tevgera Goran bû, dibe pêşengê vê tevgerê, yanî Komala. Tevgera Komala, sala 1979'an bi rêya konferansekê navê xwe guherand û kir Komeleyî Rençderanî ukrdistan. Li Helebçeyê, 16'ê Adara 1988'an bi hezaran Kurd bi çekên kîmyewî hatin kuştin û bi hezaran bi giranî birîndar bûn. Helebçe tenê 'yek ji bûyerên' trajîk ên li Başûrê Kurdistanê qewimiye.

Tevî ku mijara me ya esasî PDK-I ye, girîng e ku em balê bikişînin ser êşên ku gelê me li Başûr kişandine. Di dema şerê navbera Iraq û Îranê de herî kêm 1400 gundên Kurdan hatin valakirin, piranî hatin şewitandin, bi mîlyonan mirov hatin sirgûnkirin. Rejîma Seddam ji pêvajoya qirkirinê ya ku Sibata 1988'an dest pê kir û heta Îlonê dewam kir re dibêje Enfal, ku di vê pêvajoyê de herî kêm 182 hezar KUrd hatin kuştin, bi hezaran hatin windakirin.

Rejîma Baas Enfala destpêkê, di Sibata 1988'an de li Geliyê Cafetî da destpêkirin û piştre li gelek herêman bi heman dijwarî û tundiyê çekên kîmyewî bi kar anî. Paşê Qirkirina Helebçeyê dike. Enfala duyemîn, 22'ê Adara 1988'an li dijî gundê Seyf Senanê hate kirin. Yek ji Enfalên herî giran jî li dijî Germiyanê hate kirin. Herî kêm bi deh hezaran mirov hatin kuştin. Enfala heyştemîn li hemberî Kurdên Behdînanê, di 25'ê Tebaxa 1988'an de hate kirin. Îro li Başûrê Kurdistanê her kes zane, ku dema Seddam Enfala dawî li Behdînanê kir û bi hezaran Kurd kuşt, pêşmergeyên PDK-I bi fermana Mesût Barzanî şer nekirin û li ber artêşa Iraqê nesekinînin. Berevajî şerkirinê, pêşmergeyên PDK-I tevî malbatên xwe reviyan Bakurê Kurdistanê. Tiştekî balkêş e, lê 3'ê Tebaxa 2014'an jî bi fermana Mesût Barzanî, pêşmergeyên PDK-I dest ji Şengalê berda bûn û reviya bûn. Ji berv ê yekê jî qirkirina herî giran a sedsala dawî li hemberî Êzidiyan ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû kirin.

DU JI SÊ PARÊN KURDISTANÊ JI MIROVAN HATE XALÎKIRIN

Rejîma Baasê 6'ê Îlona 1988'an "efûya giştî û berfireh" îlan kir û qaşo operasyonên Enfalê qedand. Lê belê em baş zanin, ku heta sala 1991'ê gelek caran bi sed hezaran Kurd bi zorê jic ih û warên xwe hatin kirin. Kerîm Yildiz di pirtûka xwe ya bi navê "Kurdên Iraqê" de wiha dibêje; "Du sal piştî 'qedandina operasyonên Enfalê' du ji sê parên Kurdistanê bi temamî ji mirovan hate xalîkirin, bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn."

1'ê Hezîrana 1976'an, tevgerên li jorê navê wan hatin gotin, yanî Komala, Tevgera Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê û Hêlî Giştî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) weke eniyekê îlan dikin. YNK ku di sala 1975'an de ji van her sê rêxistinan ava bû, kesayetê herî bi bandor ê di navê de Alî Asker e. Şehîd Aram, ji ber ku YNK'ê weke bûrjûvaya biçûk dibîne tevlî nabe. Newşîrwan ku piştî şehadeta Aram bû serkêşê tevgerê, piştre wê tevlî YNK'ê bibe. Yek ji mînakên ji bo fêhmkirina PDK-I yanî Barzaniyan, bûyera kuştina Alî Asker û hevalên wî ne. Alî Asker û hevrêyên wî ji ber şerê navxweyî yê li Başûrê Kurdistanê zemîna kar li Başûr nabîne û tevî 1000 pêşmergeyan derbasî Bakurê Kurdistanê dibe. Plan dike ku li vir dest bi berxwedanê bike. Lê hê negihîştiye Oremarê, ji ber rêxistiniya dijber a PDK-I gelê herêmê êrîşî Alî Asker û hevalên wî dike. Li ser vê yekê Alî Asker hêzên xwe dibe Botanê. PDK-I bi hunera xwe ya tasfiyekirina rêxistinên Kurd ên li derveyî xwe radibe. Mixabin ev pêvajo bi tasfiyekirina Alî Asker û hevalên wî diqede. PDK-I ji gelê herêmê re dibêje ku sîxurên Seddam, sîxurên Baas li herêmê digerin û bi vî rengî dike ku gel êrîşî Alî Asker û hevalên wî bike. Sala 1978'an li Taştamergê -li zozanên Elkê- dor li Alî Asker û hevalên wî tê girtin. Di vî şerî de bi qasî 700 pêşmerge tên kuştin. 300 jî dîl tên girtin. Alî Asker, Tahîr Walî Beg, Huseyîn Baba Şêx (Êzidî) û Dr. Xalid piştî ku dîl dikevin dest, tên kuştin.

PARTIYA NOKER BI KÊRÎ ÎSRAÎLÊ TÊ

26'ê Gulana 1976'an, Mesût Barzanî, Îdrîs Barzanî û Samî Abdûrrahman, Kerîm Sîncarî, Azad Berwarî PDK Qiyadî Mûwakat (Kûmanda Demkî) ava dikin. PDK-I ji pêvajoya piştî vê demê re Şoreşa Gulanê dibêje. Piştî vê demê, Samî Abdûrrahman bi Îsraîlê re têkiliyeke xurt datîne. Di nava cîhana Ereb de partiyeke noker a Kurdan a pê ve girêdayî, bi kêrî Îsraîlê tê. Piştî ku 1'ê Adara 1979'an Molla Mistefa Barzanî mir, Mesût Barzanî bi rengekî fermî bû serkêşê PDK-I. Lê di pratîkê de Îdrîs Barzanî bû, heta ku 31'ê Çileya 1987'an wefat bike. Hê jî tê nivîsandin bê Barzanî li Mabadê çawa Qazî Mûhammed bi tenê hişt.

MALBATA BARZANÎ JI DIJMIN DIREVE, LÊ ÊRÎŞÎ KURDAN DIKE

Mîna ku li jorê hate destnîşankirin, di salên 1930'î de dema ku Îngilîstan û dewleta Iraqê bi ser Barzanî ve çûn, malbata Barzanî li ber xwe nedan û Kurdistan terikandin. Piştre di navbera salên 1944-45'an de bi heman rengî li ber xwe nedan û Kurdistan terikandin. Li Mahabadê, dema ku dewleta Îranê êrîşî Komara Kurdistanê ya Demokratîk kir, Barzanî bêyî li paş xwe binere reviya û rê li ber îdamkirina Qazî Mûhammed vekir. Wekî din, dema ku Seddam sala 1975'an êrîşî gelê Kurd kir, Barzaniyan li ber xwe nedan û reviyan. Wekî din, di pêvajoya Operasyona Enfalê ya 8. a li dijî gelê Kurd de Barzaniyan gel neparastin û reviyan. Herî dawî 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê Êzidî neparastin û reviyan.

Malbata Barzanî li Rojhilatê Kurdistanê li dijî Suleyman Mûînî û hevalên wî şer kir, li Bakurê Kurdistanê li dijî Dr. Şivan û hevalên wî, li Başûrê Kurdistanê li dijî Alî Asker û hevalên wî, li Şengalê li dijî gerîlayên PKK'ê şer kir, li Rojava jî li dijî YPG û YPJ'ê bi çeteyan re tevgeriya. Malbata Barzanî ku fîşekeke bi tenê bernedaye mêtingeriyê, dema mijar dibe Kurd, di asta herî dijwar de êrîşî Kurdan dike.

Eyup Barzanî di pirtûka xwe de cih dide gotinên Mahmûd Osman ên li ser vê hunera malbata Barzanî ya ji bo kuştina Kurdan:

"Ne Molla Mistefa, ne jî kurên wî rojekî jî neçûn eniya şer. Ya rast, ji êrîşeke plankirî re ne amade ne. Nekarîn derbeke xweş lê bixin (li dijmin). Tevî şerê Partîzan nebûn. Barzanî tenê ji bo carekê çû eniya şer. Ev jî ji bo qewirandina kurê Şêxê Berzan Osman û koma wî bû, ku li herêma Berzanê bûn." Pirtûka (Taqyim Mesurat-il Sawra)

Rabûna PDK-I) li ber avabûna yekîtiya neteweyî ya Kurdan, dijderketina li firsendên dîrokî yên li Rojavayê Kurdistanê, mijarên ku hêjayî bi berfirehî werin lêkolînkirin û nirxandin.