Malbata Şenyaşar: Wê desthilatdarî li Rihayê derbeke giran bixwe

Malbata Şenyaşar a ku di Nobeta Edaletê de yegot “Li her dera Tirkiyeyê dengê AKP’ê kêm dibe û wê derba herî giran li Rihayê bixwe.”

Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 735’an de berdewam dike. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de malbatê pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar Edalet” vekirin. Malbat, fitareya xwe li ber deriyê edliyeyê vedike. 

Di çalakiyê de ji ewil Ferît Şenyaşar axivî û bi bîr xist ku nobeta wan ketiye sala sêyemîn. Şenyaşar, axaftina xwe wiha domand: “Pediviya her kesî bi edaletê heye. Daxwaza me edalet e û civak jî xwedî li vê têkoşîna me derket. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li dijî malbata komkujiyek hate kirin û yek ji kesên komkujî pêk anî jî Parlarmenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz e. Lê AKP xwedî le derket lewma dozger erka xwe bi cih neanîn û edalet pêk nehat. Niha jî li pêşiya me hilbijartinek heye û AKP li her deverê dengan winda dike. Wê herî zêde jî li Rihayê dengê AKP’ê kêm bibe. Ji ber ku welatiyên Rihayê yên hestiyar xwedî li çalakiya me derketin. Em bi biryar in heta edalet pêk were em ê li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe bidomînin."

Piştre jî dayê Emîne Şenyaşar axivî û da zanîn ku wan li dijî zilmê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kirine. Şenyaşar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zilmeke giran li me kirin. Bila edalet pêk bê ku ez jî êdî biçim mala xwe û rojiya xwe di nava neviyên xwe de bigirim. Di malbata me de 3 kes hatin qetilkirin. Hemû dinya bû şahidê zilma li me hatiye kirin. Edî bes e bila zarokê min berdin. 5 sal in di hucreya yekkesî de ragirtî ye. Bila berdin. Keçeke wî heye û bila bê cem keça xwe. Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim.”