Malbata Şenyaşar: Saziyên darizandinê dixwazin ser qetlîamê bigirin

Malbata Şenyaşar diyar kir ku saziyên darizandinê yên dewleta Tirk dixwazin ser qetlîamê bigirin.

Emîne Şenyaşar a ku parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibû, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû li pêşiya Dadgeha Rihayê, di roja 255’an de Nobeta Edaletê didomînin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, hesabê medyaya dîjîtal a Serdozgeriya Komarê ya Rihayê etîket kir û “Serdozgerê Rihayê @yenicerionder, peywira te ne ev e ku tu ser qetlîama ku parlementer û malbata wî kiriye bigire. Divê tu nebî şirîkê sûc. Kurtasiya rewşa welat: Lewheya dadgehê, dayikên ku edaletê dixwazin û polîsên taybet.”