Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn bêedaletî ye

Malbata Şenyaşar, ku ji 2018’an ve ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin di Nodeta Edalatê de ye, diyar kir ku her çiqas rojev aborî jî be pirsgirêka bingehîn bêedaletî ye.

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li Sirûcê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. 

Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 666’emîn de didome.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal ev peyam parve kir: “Her çiqas di rojeva welat de aborî hebe jî pirsgirêka bingehîn bêadaletî ye. Zemên li ser muçeyan ji xeynî zêdekirina enflasyonê wê kêrî tiştekî din neyê. Çareserî edalete, demokrasiye û xurtkirina meclisê ye.”