Malbata Şenyaşar: Me bi 2 kesan dest pê kir, em ê bibin bi milyonan kes

Nobeta Dadê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt. Malbatê got, ''Me bi du kesan dest pê kir, sibe em ê bibin bi milyonan kes.''

Nobeta Dadê ya Malbata Şenşar ku 9'ê Adarê li dijî komkujiya AKP'yiyan dest pê kirî, di sala duyan de didome. 

Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji bo çalakiyê hatin ber avahiya edliyaya Rihayê.

Malbatê wêneyê ku 9'ê Adarê di salvegera pêşî ya çalakiya nobetê de hatî girtin li ser hesabê Twîtterê par ve kir û got, ''Duh bi parêzvanên mafê mirovan re me nobeta xwe girt. Îro jî nobeta me wê bi Serokê Yekîtiya Baroyan û Baroyên herêmê re bidome. Me bi du kesan dest pê kir û sibe em ê bibin bi milyonan kes. Em, bi qasî ku di ber de bimrin hij ji dad û adaletê dikin. Li dijî hiqûqa xurtan em ê bi ser bikevin.''

Tê payin Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Erînç Sagkan û serokê baroyên herêmê serdana malbata Şenyaşar bikin.