Malbata Şenyaşar: Li Nexweşxaneya Pirsûsê sûcê mirovahiyê hatiye kirin

Malbata Şenyaşar ku ev 29 roj in li 'Dad'ê digere, got, ''Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Rayedar dixwazin rûdanê bincil bikin.''

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku li ber avahiya Dadê ya Rihayê nobeta 'Dad'ê dabûn destpêkirin ev 29 roj in çalakiya xwe didomînin. Emîne Şenyşar ku wekîlê AKP'yî Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî êrîş biribûn ser kargeha Şenyaşaran û nexweşsxanê, hevserê Emîne Şenyaşar û du kurê wê qetil kiribûn, li gel ku nexweş e jî ji bo ku komkujiya AKP'yiyan were cezakirin û kurê wê yê girtî were berdan, bi kurê xwe re li dadê digerin.

Malbata Şenyaşar li ser medyaya dijîtal got, ''Têkoşîna me ya ji bo Dad'ê ya li ber Qesra Dadirêsiyê ya Rihayê didome. Em ji Wezîrê Dadê li hêviya çend gotinan in. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Rayedar ser rûdanê digirin.''