Malbata Şenyaşar: Kujer parlamenterê AKP’ê ye

Ferît Şenyaşar ku 667 roj in Nobeta Edaletê didomîne got, “Kujer parlamenterê partiya desthilatê ye. Dozger peywira xwe pêk naynin.”

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Nodeta Edalatê di roja 667’an de berdewam kir. Malbata Şenyaşar ji mala xwe li navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe domandin.

Ferît Şenyaşar: “Gotinek heye ku dibêje ‘edaleta ku dereng were zilm e’. Dayikek 667 roj in li ber deriyê edliyeyê li edaletê digere. Li vir zilmek û dramek jî heye. Dayikeke ku hevjînê wê û du kurên wê di nava nexweşxaneyê de li ber çavên wê hatine qetilkirin û kurekî wê jî bi fermana serdestan 4 sal in di hucreyeke yek kesî de tê girtin heye. Li bendê ye ku dewlet tenê edaletê bi cih bîne. Kesê ku komkujî pêk anî parlamenterê partiya desthilatê ye. Dozger di vê mijarê de bêçare mane û nikarin peywîra xwe pêk bînin. Gelê Rihayê jî vê bêedaletiyê ji nêz ve dişopîne. Ber deriyê edliyeyê nîşanî hemû bijartiyên tên dide.”

Şenyaşar, anî ziman ku di dema têkoşîna xwe ya edaletê ku dimeşînin de gefan li kesê naxwin û bêbextî li kesê nekirine û got: “Yekane daxwaza me ew e ku bi bicihanîna daxwazên dewleta hiqûqê re edalet bi cih were anîn.”