Malbata Şenyaşar ji bo piştevaniyê bang kir
Malbata Şenyaşar ku ji ber qedexeya derketina derve nobeda "edaletê" li malê dewam dike, banga piştevaniyê kir.
Malbata Şenyaşar ku ji ber qedexeya derketina derve nobeda "edaletê" li malê dewam dike, banga piştevaniyê kir.
Malbata Şenyaşar 48 roj in ji bo edaletê nobedê digire. Rojên dawî ji ber qedexeya derketina derve malbat nikare biçe ber Edliyeya Rihayê, lewma sê roj in li malê çalakiya xwe dewam dike.
Malbatê têkildarî çalakiya xwe, peyamek bi dîmen ji Ajansa Mezopotamyayê re şand.
Malbatê kaxizek bi nivîsa "Em edaletê dixwazin" hilda û diyar kir ku wê sibe careke din li ber edliyeyê bin.