Malbata Şenyaşar: Ji bo hesab nedin, welat şewitandin!

Malbata Şenyaşar ku li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin li edaletê digere, nerazîbûn nîşan da û got, "Ji bo hesab nedin welat şewitandin."

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du zarokên wê ji aliyê xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobedê dewam dike.

Malbata Şenyaşar serê sibehê hate ber edliyeyê û di roja 256'an de dest bi çalakiya xwe ya nobedê kir. Li ser hesabê Twitterê jî ev peyam parve kir: "Ji bo hesab nedin welat şewitandin. Aboriyê îflas kir. Hiqûqê îflas kiriye, mirovahiyê îflas kiriye, Erdogan di xewn û xeyalan de ye. Li Edliyeya Rihayê çav kor e, guh kerr e, wijdan bûye kevir. Nobeda me ya edaletê di roja 256'an de ye."