Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê bang kir
Malbata Şenyaşar ên ku li Rihayê xizmên wan hatibû qetilkirin, ji bo pêkanîna edaletê banga yekîtî û hevgirtinê kir.
Malbata Şenyaşar ên ku li Rihayê xizmên wan hatibû qetilkirin, ji bo pêkanîna edaletê banga yekîtî û hevgirtinê kir.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kiribû.
Ferît Şenyaşar di roja 563’emîn a Nobeta Edaletê de dîsa hate qada Nobeta Edalelê. Dayê Emîne Şenyaşar jî ji ber nexweşiyên xwe nekarî were û li mala xwe ya li Sirûcê di Nobeta Edaletê didomîne.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam weşand “Li hemberî feraseta kesên zilmê dike ji me ye, rêya bidestxistina edaletê hevgirtin û yekîtî ye. Têkoşîna me ya edaletê di roja 563’an de didome.”