Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were, em ê li ber edliyeyê bin

Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin di Nobeta Edaletê de ne diyar kirin heta ku edalet pêk were wê li ber deriyê edliyeyê bin.

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê di roja 358’emîn de berdewam dike. Malbat wek her sibehê vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kir. 

Polîsan hişyarî da malbatê ku li ber ketina Edliyê rûnenên. Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew ê li ber edliyê rûnin û duh jî li ber Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê nobed girtine. Şenyaşar da zanîn ku li Dîlokê kesî wan asteng nekiriye û got: “Ne qedexe ye. Em ê di ketina edliyê de rûnên.” Pişt re Ferît û dayika xwe li ber derî rûniştin. 

Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku salek e nobeda wan di bin zilmê de didome û wiha got: “Duh ji bo ku cezayê li birayê min Fadil hatiye birîn xera bibe, me li ber Dadgeha Îstînafa Dîlokê nobed girt. Her çiqas heyeta dadgehê bi me re hevdîtin nekir jî lê me daxwaznameya xwe ku Fadil were berdan da dadgehê. Me li ber Dadgeha Îstînafê rojek nobed girt. Îro jî em dîsa li cihê xwe ne. Niha dîsa dixwazin destûrê nedin me. Yên ku destûrê nadin me bila ewilî biçin kujeran bidarizînin. Çar sal di ser komkujiyê re derbas bû lê kesek nehatiye girtin. Neheqiyek mezin li me tê kirin. Tevahiya Tirkiyeyê vê bûyerê dizane. Di Meclisê de her roj tê rojevê. Heta ku edalet bi cih were, em ê ji ber deriyê edliyê neçin tu cihekî. Helbet wê rojek heq û edalet were.”