Malbata Şenyaşar ev bû salek ku nobeta 'dad'ê digire

Malbata Şenyaşar ji bo xizmên xwe ev tam salek e Nobeta Dadê digire.

Îro salvegera Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku dengê daxwaza wan edaletê li tevahiya Tirkiyê olan da ye. Çalakiyê ango nobedê salek li pey xwe hişt. Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edalet pêk were û dosyeya qetlîama li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê vekirin, ferdê malbatê Fadil Şenyaşar girtî ye bê berdan, ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 366’emîn de berdewam dike. Malbatê li ber Edliyê di salvegera yekemîn de nobeda da destpêkirin. 
 
Malbatê pankarta “Hevjînê min û du kurê min li nexweşxaneyê qetil kirin. Kesek girtî tune ye! Kurê min li ser fermana hiqûqa serdan hatiye girtin û çar sal in di hucreyekê de ye. Ez dixwazim kurê min tavilê bê berdan. Ji bo malbata Şenyaşar û ji bo her kesî edalet” li cihê nobedê daliqand. 
 
Ferît Şenyaşar da zanîn ku wan salek li pey xwe hişt û got: “Nobeda me di bin zilmê de bênavber salek dewam kir. Me bang li parêzvanên mafê mirovan kir. Wê îro parêzvanên mafê mirovan ji bo piştgiriyê serdana me bikin. Tevî ku îro şilî ne jî însan digerin dibêjin em ê werin serdanê. Çi dibe bila bibe em ê nobeda xwe bidomînin.”
  
Şenyaşar diyar kir ku sibê wê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) Erînç Sagkan û şandeya pê re dê serdana Nobeda wan bikin û got: “Em ê sibê jî bêjin heq, hiqûq û edalet. Serokê TTB’ê wê piştî serdana me û daxuyaniyê bi Serdozger re hevdîtin bike. Ez hêvî dikim ku wê hevdîtin pêk were. Em jî vê hevdîtinê û ka wê dozger daxuyaniyek bide an na meraq dikin.” 
 
Emîne Şenyaşar jî destnîşan kir ku nobeda wan “di bin zilmê de” didome û got: “Em tenê edaletê dixwazin. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Bila ew dayikên kezeb şewitî hemû rabin ser pêya. Em salek bi astengiyan re rûbirû mane lê me paş ve gav neavêt û me dest ji nobeda xwe berneda. Heta ku edalet were dê bidome. Her kes dizane em mafdar in. Çima ev zilm li me tê kirin.”