Malbata Şenyaşar: Em ê li malê rûnenên, berxwedana me didome

Ferît Şenyaşar ê ku Nobeta Edaletê dewam dike got, "Ew wekîlê desthilatdariyê ye ku komkujî organîze kiriye. Em ê li mala xwe rûnene, em ê bi berxwedanê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin."

Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Nodeta Edalatê ket roja xwe ya 673’an. Ferît Şenyaşar nobeta îro bi tena serê xwe berdewam kir. Şenyaşar anî ziman ku, dayika wî duh nexweş ketiye û ew rakirin nexweşxaneyê û li malê bêhna xwe vedide.

‘KUJER PARLEMENTERÊ AKP’Ê YE’

Şenyaşar anî ziman ku, tevî tenduristiya dayika wî nebaşe jî dê çalakiya xwe bidomînin û got, "Bê hiqûqî û bêadeletî hê jî didome. Niha li ber deriyê edliyeyê pankarta me hatiye daliqandin. Di pankartê de ambûlansa ku paceyên wê bi kevirên parkeyê hatine şikandin heye. Hêj niha jî bersûc dernexistine pêşberî darazê û nehatine darizandin. Yê ku komkujî organîze kirî parlamenterê desthilatdariyê ye. Heke parlamenterê partiya desthilatdariyê li nexweşxaneyê nebûya, kesekî nediwêrî ku êrîşê ambulansê bike. Serfaîlê bûyera qewimî parlamentere, lê tevî vê yekê jî navê wî di îdianameyê de derbas nabe.” 

Şenyaşar bal kişand ser rûniştina doza nexweşxaneyê ku dê di 17’ê çileyê de were lidarxistin û wiha bi dawî kir: “Daxwaza me ya sereke ew e ku parlamenter Îbrahîm Halîl Yildiz ku komkujiya li nexweşxaneyê organîze kir weke bersûc were darizandin. Em ê vê daxwazê bikin. Qeydên kamerayên nexweşxaneyê di arşîva dewletê de ne. Dema pêvajoya parlamenteriyê qediya dê ew dîmen derkevin holê. Em ê li bendê bisekinin. Em ê li mala xwe rûnenin. Em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin.”